1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Destyea Hevahengiyê beşdarî Cenevre-2 nabe
Destyea Hevahengiyê beşdarî Cenevre-2 nabe

Destyea Hevahengiyê beşdarî Cenevre-2 nabe

Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê ragehand ku ew beşdarî kongreya Cenevre-2 nabe.

A+A-

(Navenda Nûçeyan)

Herwiha desteyê da zanîn ku pêr wê vexwendineke fermî ji bo amadebûna di kongreyê de ligel şanda opozîsyonê wergirtibûn. Desteyê rexneyên dijawr li Amerîka û Rûsya girtin û got: ‘‘Ew her du welat dixwazin mixalefeta Sûriyê neçar bike ku tevî kongreyê bibe. Awayê danûstandina her du welatan ji bo lidar xistina kongreyeke ku dê çarenvîsa welat û gelekî diyar bike, ne cidî ye.”

Herwiha Desteyê d adxwiyaniya xwe de da zanîn ku ew qebûl nakin ku Amerîka bi dilê xwe şanda mixalefetê ji kongreya Cenevre-2 re pêk bîne û ragihand “Em ji gelê Sûriyê de dibêjin ku em qebûl nakin ku rewşa xirab ya civaka Sûriyê bê bikar anîn ji sepandina ti çareseriyan li ser hisabê projeya niştmanî ya demokratî ya ku gelê Sûriyê ji bo wê rijiyan ser cadeyan.”

Desteya Hevahengiyê ji raya giştî re eşkere kir ku ofîsa cîbicîkar ya Desteya Hevahengiya Niştimanî biryar daye bi merc û pêşhatên niha beşdarî Cenevre-2 nebin.” Herwiha daxwaz ji hêz û aliyên mixalefetê kir ku hewl bidin ji bo lidarxistina kongreyeke niştmanî ya demokratîk ji bo rêxistina hêzên mixalefeta Sûriyê da rol û pêgeha wê di proseya siyasî de bihêz bibe.

Bu haber toplam 626 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.