1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Di 2013’an de 63 karkeran canê xwe ji dest daye
Di 2013’an de 63 karkeran canê xwe ji dest daye

Di 2013’an de 63 karkeran canê xwe ji dest daye

Li gor daneyên Wezareta Karûbarê Civakî, di sala borî de li Herêma Kurdistanê 63 karkeran ji ber nebûna mercên selametiyê di projeyên kar de canê xwe ji dest dane, herwiha 150 şirket û proje jî jiber dabînnekirina keresteyên selametiyê bo karkeran hatine

A+A-

 HEWLÊR -Evna jî di demekê de ye ku heta niha daneyên sendîkayên karkeran û Wezareta Kar hevnagirin. Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Çavdêriya Civakî ya Herêma Kurdistanê Arif Çeto got: ‘’Herçiqas heta niha tu daneyên ku hevbigirin di navbera Wezareta Kar û sendîkayên karkeran de nînin, lê li gor wan amarên ku di raportên pizîşkî de ji me re hatine, derdikeve ku ji ber kêmasî û nebûna mercên selametiyê di projeyan de sala borî 63 karkeran canê xwe ji dest daye.’‘

Arif Çeto da zanîn ku gelek şirket jî hatine cezakirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ji ber cîbicînekirina mercên ku hatine destnîşankirin û dabînnekirina keresteyên selametiyê, heta niha 150 şirket û proje li Herêma Kurdistanê hatine cezakirin.’‘

Bu haber toplam 542 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.