• Diyarbakır12 °C
  • Batman12 °C
  • Mardin17 °C
  • Bingöl7 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan7 °C
  • Şanlıurfa16 °C
  • Erzurum-5 °C
  • Ağrı4 °C
  • Gaziantep15 °C
  • Hakkari5 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt12 °C
  • Van4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di du salan de 84 mayîn li Qesrî Şîrîn teqîne
03 Ocak 2014 Cuma 18:22

Di du salan de 84 mayîn li Qesrî Şîrîn teqîne

Serpereştyarê Fermandariya Qesrî Şîrîna bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, Yawer Mihemedî ragehand ku ji sala 2011’an heta niha li wî bajarokî ser sinor 84 mayînên serdema şerê di navbera Îran û Îraqê de ku li herêmê mabûn teqîne.

Navenda Nûçeyan

KIRMANŞAN -  Li gor daxuyaniya Mihemedî, ji ber wan teqînan 10 kesan canê xwe ji dest daye, 67 kes birîndar bûne û 21 otomobîl jî ji nav çûne. 

Li aliyê din çend meh berê nûnerê bajarê Qesrê Şirîn- Serpira Zehabê di parlementoya Îranê de, Fethulah Huseynî di gotareke xwe ya di parlementoyê de rexne li xemsariya komara Îslamî ya Îranê li hember mayînan bi taybet li herêmên Kurdan girtibûn û gotibû: ‘‘Ma 35 sal ne besin ku xelkên ser sinoran nebin qurbaniyên mayînan.’‘

Li gor Huseynî, ji destpêka sala 2013’an 21 mayîn tenê li Qesrî Şîrîn û derdorê teqiyane û di encam de 3 kesan canê xwe ji dets dane û 11 kes jî birîndar bûne. Niha li Qesrî Şîrîn 14 xal weke cîhên metirsîdar hatine ragehandin û hat û çûna xelkê bo wan deran qedexe ye. 

Serokê Giştî yê Ewlekariya Walîtiya Kirmanşanê Şehriyar Heyderî gotibû: ‘‘Mayîn bi piranî li parêzgahên Îlam, Xuzistan û piştre Kirmanşanê ne lê hejmara herî zêde ya mayînan li Qesrî Şîrîn a Kirmanşanê de ne û piraniya qurbaniyên mayînan ji vê herêmê ne.’‘

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim