1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Di erdhejê de xaniyê xwe winda kir, niha jî TOKÎ îcra danî ser wî
Di erdhejê de xaniyê xwe winda kir, niha jî TOKÎ îcra danî ser wî

Di erdhejê de xaniyê xwe winda kir, niha jî TOKÎ îcra danî ser wî

Malbata Îsmet Ogutucu ku di erdheja 23'ê Çotmeha 2011'an de xaniyê xwe û hemû malê xwe winda kir, piştî li gel 5 zarokên xwe di xaniyên TOKÎ de bi cih bûn, ji ber ku lêçûnên xwe yên hevpar ên TOKÎ neda îcra hat ser malê wî.

A+A-

WAN - Welatî Îsmet Ogutucu, di erdheja 24'ê mijdara 1976'an de li navçeya Çardêranê de piyê xwe winda kir, di erdheja 23'ê Çotmeha 2011'an de jî xaniyê xwe û hemû malê xwe winda kir. Ogutucu, piştî erdhejê hemû malê xwe winda kir û derbasî xaniyê TOKÎ'yê bû. Ogutucu, li gel 5 zarokên xwe derbasî xaniyê TOKî bû. Ji ber ku rewşa aborî ya Ogutucu tune û nikare debara xwe bike, tenê debara we bi meaşê astengdariyê ku ji 3 mehan carekê digire derbas dike. Ogutucu, niha li navçeyê boyaxvaniya pêlavan dike. Di nava şert û mercên dijwar de xebatedike û hewl dide debara xwe bike. Ogutucu, anî ziman ku rojê ancak 15 - 20 lt qezenç dike û bi zorê debara malbatê dike. 

‘Bi mehan e min fêkî ji zarokên xwe re nekiriye'

Ogutucu, da zanîn ku bi alîkariya cîranan debara xwedike û rewşa wî ya aborî ne pir baş e. Ogutucu, da zanîn ku çavê zarokên wî her dim li derve ye û bi mehan e fêkî û zebze ji zarokên xwe re nestendine. 

Ogutucu, anî ziman ku ji ber vê rewşa xwe dibêji xweszî bi saxî ji bin erdhejê derneketiya û wiha got: "Her roja ku ez rewşa zarokên xwe dibînim ez dimirim. Ez ne dikarin cilekî ji zarokên xwe re bistînim û ne jî dirarin wan xwedî bikim. 

Biriya îcrayê malê me desteser dikin

Ogutucu, da zanîn ku ji ber rewşa wan a aborî pir xerabe niha nikarin lêçûna xaniyên TOKÎ ya hevpar bidin û ji ber lêçûna hevpar a xaniyên TOKÎ nedaye, rayearan alaven wê yên malê îcra kirine. Ogutucu, banga alîkariyê kir û xwest xêrxwaz alîkariyê bidin wan.

toki-2-001.jpg

Bu haber toplam 585 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.