1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Di metbexê de rola kartol anku kompîran
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Di metbexê de rola kartol anku kompîran

A+A-

 

Kartol, patat an jî kompîr jê re tê gotin. Kartol, mîna nan û savarê, xwarinek bingehîn e. Tenê, anjî bi xwarinên din re, reng û tamê didin metbex û jiyana me.

Bi giştî, kelandî, qelandî, pure, biraştî û sorkirî tên ser sifrê. Li welêt, demên taştê, firavîn û şîvê, kartolên di rûn de qelandî tên xwarin. Tirşika wê ya bi firingiya re, bi goşt an bê goşt, nîvê rojê an êvarê dikelînin. Li hêla me, kartolan, weke xwarina feqîran binav dikin. Erê patat erzan in, lê ne tenê xwarina hejaran in. Kêfa gelek mirovan ji xwarina wan re tê. Heçî kartolên teze, pir buha ne. Kompîr, li metbexên modern li Fransa, Grêk û Iskandînavyayê, nebatek bingehîn e û bi rengên curbecur çêdikin.

Kompîrên kelandî

Bi masiyên baldarî û kontrol kelandî (pochering), qelandî û sorkirî, her wiha, bi tirşikên masî, goştê sor, goştê spî û bê goşt tên xwarin. Salatayên kompîran çend rengîn û bi tam in. Havîna ji metbexên gelek welatan û ên bajariyan kêm nabin û pir tên xwarin.

Kompîr zû dikele û perçe dibe. Lewre di aşxaneyên profesyonel de, ne di nav xwarinan de, bêhtir bi serê xwe, dikelînin. Berî xwarin amade bibe tevlî dikin, an jî, piştî xwarin çêdibe li ber xwarinê di sîniyan de bi cîh dikin.

Patatên biraştî

Di bin xweliya germ de, an jî di folio pêçayî di firnê de, bi qaşilên xwe tên biraştin. Patatên mezin û gilover tên hilbijartin. Piştî biraştinê, tên qelişandin û hindurê patatan bi salatayên ji mayonesê dadigrin.

Celebên salatayên mayonesê pir in. Lê ên nasdar û heskirî, bi mayones, dewlemendiyên deryayê, an jî goştê spî amade dibin. Herî popûler, goştê masî, kevjal û karîdês in. Ji goştê spî jî, sînga mirîşkê maqûl tê dîtin. Nirxên deryayê bi diqet tên kelandin. Paşê, zû û wextek kin de tên qelandin. Sînga mirişkê, hur dikin û diqelînin. Paşê di sarincokê de dicemidînin. Goştê sar, tevlî mayones û heşinayiyên cewaz dikin û pê, hindurê kartolên biraştî dadigrin.

Kompîrên qelandî û sorkirî

Patatên qeşartî bi formên cuda ên hurkirî tên qelandin, anjî sorkirin. Formên giştî ev in: Tilîk, nîv tilîk (tîlikên zirav û qalind) kupên hur, kupên girs, qelîştek (kartola çar dîlîmkirî), qûrsikî (çember), nîv qûrsikî ûhwd.

Di kurdî de, gelek caran qelandin (stek) û sorkirin (fritering) têkilav dibe. Gelek şiklên heşînayiyê dikarin bên qelandin, lê xwe li ber sorkirinê nagrin, dişewitin û bêtam dibin. Lewre bêhtir qala sorkirina goşt û kartolan tê kirin. Prosêsa qelandinê, piştî çêbûna goşt an patatan, bi nîvsorkirina wê re bi dawî dibe. Lê ji sorkirin, zêdetir wext distîne, rengê goşt û kartolan sortir xuyanî dike.

Di aşxaneyên nûjen de, rûnê sorkirin û qelandinê ne yek e. Ji bo sorkirina xwarinê zûtir bibe, rûnê wê taybetî ye. Rûnê sorkirinê qewîntir e, li hemberî germa bilind xwe digre û zexm e. Lê rûnê qelandin ne wiha ye, hemu cure rûnên malê ji bo qelandinê dibe.

Goşt û kartolên sorkirî pir bi tewaş û giran e, ji bo sihetê nebaş e. Lewra, bi xwarinên bêsihet tên hejmartin. Derbarê xetera xwarinên sorkirî, raya giştî tê ronîkirin. Heçî kartolên sorkirî û qelandî ne, xwarinên binhegîn in û li ber xwarinê tên xwarin.

Pureya kartolan

Piştî kelandina zêde û perçebûna kartolan, ji ava germ tên safîkirin. Paşê, bi aletê pelçiqaninê tên hurkirin. Rûn û şîrê germ hêdî hêdî tevlî kartolên pelçiqandî dikin û lihev dikeve (mikser). Dawiyê bi bîbera spî û xwê tê tamdan. Bi goşt û masiyan re tê xwarin. Tama xwe pir xweş e. Bi taybetî kêfa zarokan ji pura kartolan re tê.

Encam

Bê guman xwarinên kartolan zêdetir in. Weke mîsal, li xwaringehên modern, gogên pureyê di bin germa (agir) xurt, an jî tenûrên taybetî de sor dikin (gratinerat) û bi xwarinê re dixwin. Musaqaya bi kompîr û sorkirî pir xweş e. Her wiha patatên teze û qûrsikqelandî jî têra xwe nasdar û bi tam in.

Kin û kurt, patate bi serê xwarinek xweş e. Lê dema dikeve nav xwarinê jî, xweşiya xwe didomîne. Lê mîna gelek xwarinan, divê bi zanatî bê amadekirin û çêkirin.

 

Bu yazı toplam 677 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.