• Diyarbakır29 °C
  • Batman27 °C
  • Mardin30 °C
  • Bingöl23 °C
  • Bitlis23 °C
  • Elazığ26 °C
  • Erzincan22 °C
  • Şanlıurfa30 °C
  • Erzurum20 °C
  • Ağrı24 °C
  • Gaziantep27 °C
  • Hakkari25 °C
  • Muş22 °C
  • Siirt27 °C
  • Van20 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Dİ navbera gelan de pirsgirêk tune’
19 Kasım 2013 Salı 04:55

‘Dİ navbera gelan de pirsgirêk tune’

Siyasetmedarê Kurd ê Anatolya Navîn Elî Akgul ji bo Rojnameya Tîgrîs axivî û destnîşankir ku di navbera Kurdên Anatolya Navîn û gelên din de tu pirsgirêk tune. Akgul diyarkir ku, pirsgirêk ji alî polîtîkayên şaş ê 90 salane yê dewleta Tirk ve tên afrandin

Hevpeyvîn: Haci GÜNEŞ

KONYA – Siyasetmedarê Kurd ê ku 40 salin ji bo doza Kurd têdikoşe Elî Akgul, li ser siyaset û polîtîkayên ku di navbera Kurdên Anatolya Navîn û gelên din de tên meşandin, ji bo Rojnameya Tîgrîs axivî. Siyasetmedarê Kurd ê Anatolya Navîn Akgul ku bi “Rê ya Azadî” li Almanya dest bi siyasetê kir, piştî salên 1990’î li Tirkiyê di partiyên sîyasi yên Kurd  HEP, DEP, SODEP, HADEP û BDP’ê de berdewamî karê xwe yê siyasî kir û niha jî li Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP’ê) têdikoşê. Akgul, diyarkir ku 300 salin, ji Împaratoriya Osmaniya heta Dewleta Tirk, gelek zordarî, nijadperestî û polîtîkayên kirêj li ser Kurdên Anatolya Navîn hatine meşandin. Akgul, di derheqên siyaset û polîtîkayên ku li ser Kurdan hatine meşandin û li hember van polîtîkayên kirêj, têkoşîna Kurdên Anatolya Navîn pirsên me bersivand.

Kurd kîngê, ji ku, çawa û ji bo çi hatine Anatolya Navîn?

Kurd, berî salên 1800’î li Anatolya Navîn bi cih bûne. Kurdên ku li vir bi cih bûne, di serî de zivistanê li Ceyhanê, havînê jî li Konyayê niştine. Lêbelê piştî sala 1854’an eşîrên Kurdan bi darê zorê li Konyayê bi temamî hatine bi cih kirin. Carek din ji vir nekaribûne herin tu deran de. Di derheqê Kurdên Anatolya Navîn de ku ji ku, çawa hatinê bi têrane agahiyên niviskî di destên me de tunene. Ji ber tirs, zext û zordariya dewletê, mixabin bapîrên me tu agahî nedane nifşên nû. Ji ber zordestiya dewletê heta salên 1990’i jî, dan û standin û têkiliya Kurdên Anatolya Navîn û ên Kurdistanê qut bûbû. Hayê kesî ji kesî tunebû. Tevlî van polîtîkayên asîmîlasyonê jî, Kurdên vê herêmê, dev ji zimanê xwe yê zikmakî, ji çanda xwe û edetên bav û kalan bernedan. Kurd pir bextvekirîbûn ku bi komdarî hatin van axa. An na wê bihatina tunekirin. Tevlî polîtikayên bişaftinê jî, Kurdan heta îro jî xwe parêstin.

konya-2.jpg

Têkildariya Kurdên Anatolya Navîn û Kurdistanê bi sed salan hatibûn qutkirin, gelo sedema vê yekê çibû?

Dema ku komara Tirk tê damezirandin, pişaftina ku li ser Kurdan tê meşandin, asta wê hê bilintir dibe û êdî tu kes nikare bibêje ez Kurd im. Ê ku bibêjê ‘ez Kurd im’ tê sûcdarkirin û cezakirin. Ji ber vê zordarî û tirsê, bapîrê me his ji xwe dibirin û têkiliya xwe û Kurdistanê bêgav qut dikin. Ez, ji xwe mînakî bidim; dema ku ez diçûm dibistana seratayî, mamostêyên me yên Tirk, çend hevalin ji me pêwirdar dikirin da ku kî bi malbata xwe re bi Kurdî biaxive, wan agahdar bikin ku wan seza bikin. Mamosteyên ku dibihîstin em bi Kurdî diaxivîn, me bi sezayê giran seza dikirin. Ev kirdarî bi serê xwe têr dike ku wê demê bişaftineke çawa li ser Kurdan dihat meşandin. Mînakek din ji zarokatiya min, mêvanekî ji Kurdistanê hatibû mala me, êvarê mêrê gund hemû li dora wî kom bûbûn. Wî jî axavtina xwe anî ser sirgûnkirina Kurdan û bişaftina ku li ser Kurdan tê meşandin. Lêbelê di heman demê de camêr, ji alî gundiyên me ve hate hişyar kirin û jê re gotin ‘cardin behsa van meseleyan neke’ ev bîranîn jî, zordariya wê demê tîne ber çavan.

Piştî ku Kurd li Anatolya Navîn hatin bi cih kirin, di hêla nîjadperestiya Dewleta Tirk de Kurdan pir zehmetî kişandin û dewletê car din xwest ku wan sirgûn bike, dewlet çima cardin ket nav hewuldanekî bi vî rengî?

Dibistana seratayî ya ku min lê dixwend, di nava me de qet Tirk tunebûn. Em hemû Kurdbûn, ji ber vê yekê jî me xwe bi bext didîtin. Lê dema dibistana navîn û ya lîseyê, ji ber ku van dibistanan li gundan tunebûn, em diçûn li navçeyan me dixwend. Li van dibistanan de, mamoste û xwendekarên Tirk li dijî me zordestî û nîjadperestiyên mezin dikirin. Li van di bistanan jî, ji ber ku hijmara xwendekarên Kurd zêdetir bûn nedikarîbûn zêde zordariyê li me bikin. An na, em nedikarîbûn li wan dibistanan bixwînin. Nîjadperestiyeke giran hebû. Di sala 1920’an de, di dawiya damezrandina Komara Tirk de, ji ber ku gundê me li ziman û çanda xwe xwedî derdikeve, dixwazin gundê me mal bi mal belabikin û bi darê zorê wan bişînin sirgûniyê. Pişt re rûsipiyê gundê me çûne Enqerê û hinek parlementer kirine navberê bi vî awayî vê rewşê berdest kirine.

Li dijî van polîtîkayên bişaftinê Kurd çawa tevdigeriyan?

Di navberan salên 1920’î û 1960’î de, dem dema bêdengî, tirs û xwe veşartinê ye. Demek mirî ye. Di vê demê de tirs desthilatdar e. Di vê demê de, bapîrên me anîne merheleyeke wisa ku nîjatperestiya Tirkan diparêzin. Di van salan de, zarokên Kurdan ên ku zanîngehan dixwînin gelek kêmin. Dema ku zarokên me dest bi xwendina zanîngehan dikirin, beranberî vê di nava Kurdan de hişyarbûn çêdibû. Piştî salên 1960’an de Kurd bi xwe dihesin û di derheqê dîroka xwe de lêkolînan dikin. Şoreşgerên ku di sala1968’an de li tevahiyê cîhanê têdikoşin bandor li ser ciwanên Kurd ên Anatolya Navîn jî kir. Di van salan de, em xortên Kurd jî, ji bo Azadiya Kurdan me lêkolînan dikirin, dixwendin û têdikoşiyan.

Destpêka te ya siyasetê çawa çêbû, çi bandor li ser te kir ku te dest bi siyasetê kir?

Van salên dawî, ji Anatolya Navîn gelek Kurd diçin Ewrûpa. Her wisa, bi hezaran ciwanên me zanîngeh dixwînin. Di van herdu milan de, bîrewerbûnek xurt bi Kurdan re çêbû. Li Ewrûpa mirov azadin, lewra mirov bi hêsanî dikare siyaseta xwe jî li vir bimeşîne. Di salên 1970’yî de dema ku ez çûm Ewrûpa, di bin vê bandora azadiyê de mam. Ev rewşa azad, bandor li ser malbatê me tev kir. Di navberên salên 1974 û 1977’an de ez li Almanyayê bûm. Van salan salên ku li Ewrûpayê Kurd xwe rêxistin dirkirin. Wê deme hê PKK tunebû. Bi navê Komkar (Rê ya Azadiyê) rêxistinek hebû. Kurdên Ewrûpa bi piranî li derdora vê rêxistinê xwe bir rêxistin dikirin. Min jî bi vê rêxistinê dest bi karê siyasetê kir.

Yani we xwe li Ewrûpayê nas kir û li wir dest bi siyaseta çalak kir ne wisa?

Di Tirkiyê de bajarokên ku ciwanên wê zanîngeh dixwînin ya herî zêde bajaroka me ye. Lawra, Kurdên vê herêmê ji hêla bîreweriyê ve bi pêş ketin. Ez qet jibîr nakim. Dema ku ez ji Almanya hatibûm gund, min bi xwe re kovarek bi navê Riya Azadiyê anîbû. Ciwanên gundê me yek bi yek vê kovarê xwendin. Li gel vê yekê xwendin pêş ve çû û bîreweriya gelê me jî xurttir bû. Piştî demekî, mirovên me li dîroka xwe vegeriyan û dest bi lêkolînan kirin. Dewleta Tirk ku heta van salan, gelen ji ber hev veşartibû, êdî ev bi van polîtika ên xwe yê gemarî têkçûbû. Piştî lêkolînan, me hînkir ku em ji bajarên Kurdistanê ên weke, Amed, Riha, Meletî, Mereş, Semsûrê û ji ên din hatine sirgûn kirin. Dewleta Tirk heta vê dîrokê jî, vê rastiyê veşartibû. Heta vê demê ne Kurdistanî hay ji me hebûn, ne jî em hay ji wan hebûn. Dema ku ez li Almanya bûm, min ji yekî Kurdistanî re got ez Kurdê Konyayê me, ecêpmayî ma, go ‘li Konyayê çawa Kurd hene?’ Halbûkî bi milyona Kurd li Anatolya Navîn hebûn. Dewleta Tirk ji ber ku ditirsiya, da kuKurd bihev bihesin, cîranan ji cîranan veşartibû. Dewletê vê demê zordestîkî mezin li ser gelan meşand. Mirov fêm nake gelo çima welatiyê Stenbolê nizanibê ku Kurd li Konyayê hene. Bi salan gelek gel, ziman, çand hatin înkarkirin û veşartin. Lê belê edî tişteke ku bikaribin veşêrin nema.

Di desthilatdariya leşkerî ya Tikiyê ya 1980 de, Kurdên Anatolya Navîn wê demê çi astengiyan jiyan?

Li Tirkiyê, di Sala 1980 de, dema ku leşkeran dest danîn ser desthilatdariyê ez li Anmanyayê bûm. Pişt re min bihîst ku leşker hatine gundê me û hamû gundiyan li mizgeftê kom kirine. Li mizgeftê fermandarek tirk, ji keyayê gun dipirsê: “Gelo mirovên vî gundî, ji sedî çend xwenda ne?” Berî keya, serleşkerê navçeya me bersiv dide û divê: “Fermandarê min vî gundî ji sedî sed xwendayê” Bi vê bersivê fermandar hêrs dive û dibê: “Tev ji bo vê ev mirov wisa bûne û li serê me bûne bela. Hun wan bidin xwendin jixwe wê wisa bikin.”  Ev diyalog, çalakiyekî Cegerxwînê nemir ê li dijî komara Tirk tîne bîra min. Dema ku Cegerxwîn tê sirgûn kirin, yek jê ku ji damezranêrê komara Tirk e,  Îsmet Înonu diçe Şamê. Cegerxwîn jî bo ku wî şermezar bike, diçe pêşwazîkirina wî û jê re dibê, “Te mafê Kurdan xwar, te zordardarî li wan kir, ez te şermezar dikim. Bi cihime ji vir” Bersiva Înonu jî, “Tu çi dibêjî, min ji bo Kurda dibistanan vekirin, min ew perwede kirin. Di nêzik de ew ê tev bibin Tirk” Li ser vê heboka

Înonu, Cegerxwîn dibê: “Ji bo te ez spas dikim. Destê xwe bide min ez ê maçîkim. Tu zarokên min perwerde dikî ji bo ku bişaftinê, lêbelê piştî perwedehiyê ew zarokên min dê serî hildin û hember te dê şer bikin” Înonu li hemer vê bersiva Cegerxwîn ecêp mayî dimî ne. Ev diyalog qet ji bîra min naçin.

  Li Anatolya Navîn hêjî hewildanên bişaftinê li ser Kurdan tê meşandin?

Mamoste û meleyên ku dişînin gundê me tev nijadperestin. Bi taybetî ji bona bişaftinê tên şandin. Bi navê perwedehî û bawermendiyê, dixwazin zork û jinê me bixapînin û polîtîkaya bişaftinê li ser wan bidin meşandin. Lê ev mamoste û meleyan, nikarin bi xort û keçên me ên ku diçin zanîngehan re nîqaşan bikin. Ji bo ku bi wan re niqaş bikin ne qeweta wan têr diki, ne jî zanîna wan. Ji ber ku rê li ber bişaftinê bê girtin, em û Tirkan neketine nava hev. Ne me jin dane wan, ne jî wan daye me. Lê bi çûna Ewropa ya Kurdan, ev hinek hate şikestin. Di van salên dawî de hinek zewacên wisa çêbûn.

konya-3.jpg

Li Tirkiyê hayê te ji Kurdêwariyê tineyê, lê dema ku tu diçî Ewrûpa dest bi siyasetê dikî, sedama vê yekê çiye?

Ez heta sala 1983’an li Almanyayê dijiyam. Di van salan de ciwanên Kurd ên ku ji xwe re digotin Apocu, Newrozê pîroz dikirin û dûrişmeya diqîran. Di vê demê de ez hê bi Kurdewariya xwe zêde nehisiyabûm. Tenê di hêla hestiyariyê de ez nêzik bûm û ketim nava şoreşa Kurdan. Ji salan 1970’an vir ve, ez ji bo azadî û mafên Kurdan têdikoşim. Berî ku ez hatim Ewrûpayê, ez nizanibûm çi bi serê Kurdan hatiye. Me xwe naznedikirin. Tişteke balkêşe, tu di welatê xwe de xwe naznakî, tu diçî welateke din hay ji xwe dibî. Ev tişteke trajîke. Ewrûpa ji bo me bo neynik. Li Ewrûpa guhê me, mêjiyê me vebû. Ji ber vê yekê jî, Kurdên Anatolya Navîn berê xwe dan Ewrûpa û bi salane hê jêjî dixwazin herin. Mirov dema ku plansaziya xwe ya jîyanê çê dike dibê ‘ez ê çawa bixwînim, çi bixwînim, li ku bixebitim’ lê Kurdên me di plansaziya xwe li ser çûna Ewrûpayê çêdikin.

Te çawa dest bi siyasetê kir, mînakên ku te kişandin nava siyasetê û bandor li ser tekirin çine?

Li Anmanyayê zarokek min hat dinê. Ji bo derxistina nasnameya wê ez çûm şaredariyê. Karmendê şaredariyê netewa min ji min pirsî, min jî got Kurd. Li lênûsê nihêrî, tevda, lihevxist û li min zivirî û got: ‘Mixabin, li vir Kurd, Kurdistan tune” Ez jî neçar mam û min got başe Tirk binivisîne. Ev yek bandoreke mezin li min kir. Dema ku zaroka min mezin bû jî, ji bo qeyda dibistanê min berê xwe da dibistanê. Çend kesên derdora me ên ku ji Tirkiyê bûn, biryar stendibûn ku zarokên me bi zimanê zikmakî ango ê Tirkî perwerdeh bibim. Wê demê ji bo xwestina perwerdehiya bi Kurdî, ne fikir û ne jî qeweta me hebû. Em çûn dibistanê û me ji berpirsiyarê dibistanê re got, em dixwazin zarokên me bi zimanê zikmakî bixwînin. Berpirsiyar jî got, ‘heke 15 kes hebin ez dikarim bi zimanê zikmakî perwedehiyê bidim’ Piştî vêya min ji berpirsiyarê dibistanê pirsî min got ‘gelo bi Kurdî jî dive ku ji bo perwerdehiyê em daxwaza zimanê zikmakî bikin’ wî ji got, “Bêguman, bi çi zimanî dive bila bive mafê herkesî heye ku daxwaza zimanê zikmakî bike.”  Bi fikire vira welatê Hîtler e lê pergaleke wiha heye. Ez wê demê fikirîm û min xwe bi xwe got, ‘heke ez herim Konyayê û bibêjim, ez ji bo zarokên xwe zimanê zikmakî dixwazim, heke wê deme min diştek wiha daxwaz bikira teqez wê min darda kirina. Mêzeke, welateke ku te ji bo wê tu ked nedaye jî, ew ji bo te van karan dike, lê dewleta ku ji papîrê te heta îro te gelek tişt ji bo kiriye, lê tu nikarî daxwaza tu tiştî ji jê bikî. Tiştê ku min bi siyasetê ve girêda destpêkê de vanabûn. Van herdu mînakan, bûn wesîleya tevlîbûna min ya siyaseta Kurd. Îro êdî hemû Kurd hevdu nazdikin û ji bo yek armanc têdikoşin. Êdî tu tişt dê weka berê navê.

konya-1.jpg

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim