1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Di romana kurdî de hilmek nû: "XWEZÎ"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Di romana kurdî de hilmek nû: "XWEZÎ"

A+A-

Evîna Dilovan û Gulbiharê ku dema xwendina zanîngehê, li Izmîrê dest pê dike, ji hêla nas û hevalên wan ve tê zanîn. Her du jî ji bilî xwendinê, bi sempatî nêzî kar û xebatên polîtîk dibin.


Ew, ji gundên Nisêbîne ne û li bajarê Nisêbînê xizmên xwe hene. Mala bavê Dilovan li gund e, lê ya Gulbiharê li Nisêbînê ye. Dilovan Omerî ye, Gulbihar Torî ye.

Pismamê Gulbaharê ketiye pêşiya dotmama xwe û dixwaze pê re bizewice. Têkiliyên wî bi olperestên radîkal re heye û ew hêza radîkal, li herêmê, bi karanîna metodên hişk, tehdît û şîdeta li hemberî xelkê û welatperweran tê nasîn. Ap û pismamê wê gefan li malbata Gulbiharê dixwin ku, nebe bûka wan ew ê çi caran wê rehet nehêlin.

Lê Gulbaharê soz û peyman daye Dilovan. Çi hêz nikare wan ji hev veqetîne.

Birayê Gulbaharê tê Izmîrê, serdana wê. Ji hêla din ve pismam û apê wê, zexta li ser malbata wê girantir û zêdetir dikin. Dawiyê neçar dibe, berê xwe dide welêt û diçe Nisêbînê. Heman demê Dilovan ji ber pirsên siyasî ji aliyê polîsan ve tê girtin. Tadeyî û îşkenceya lê bi rojan didome. Piştî cezeyê hepsê tê berdan. Ew berê xwe dide Nisêbînê, gundê mala bavê xwe.

Dilovan li Nisêbîne li cem mala hevaleke Gulbiharê bi wê re diaxive. Lê Gulbaharê ne mîna berê ye. Hêviyên zewaca pê re qelstir bûne.

Dilovan, bi wê psîkolojiyê berê xwe dide welatê xerîbiyê û li Almanyayê bi cîh dibe. Têkiliya wî bi Gulbiharê re heye. Dixwaze wê jî bihêne Almanyayê. Bi nûçeyekê pê dihise ku Gulbiharê tevlî şervanan bûye, di şer de hatiye kûştin.

Romansek xweser

Zilm û tadeya li ser kurda, hişkî û şîdeta li dijî wan, êşên mezin dide wan. Dilê wan bikûl, stiranên wan bi şewat, dayikên wan çavşil in û rojên xwe ên xweş hindik in. Loma jî pêwîstiya kurda bêhtir bi evîn û evîndarî, heskirinên ji dil heye. Lê şertên jiyanê, siyaseta hişk û bi dîsîplîn afirandiye. Şervanî, disiplînê dixwaze û ji evînên navxweyî re zêde ne vekirî ye.

Evîna keç û xortekî di nav refên şervanan de, zêde nebûye naveroka çîrok û serpêhatiyan. Niqaşa wê tabu ye. Hişkî û dîsîplîna li jor, bandorek mezin li sempatîzan û alîgirên wê ên li jêr jî dike. Her çiqasî di nav hêzên legal de pirs siviktir bûbe jî, di nav sempatîzan û piştgirên şervanan ku bi "heval"tiyê gazî hev dikin de, evîndariya keç û xortan bi erênî nayê pêşwazî kirin. Macalên niqaşa pirsê ne hêsan e.

Nivîskar, di Xwezî de, pirsgirekê, anku evîndariya keç û xortekî, Dilovan û Gulbiharê di nav hevalan de, bi sînor be jî dide ber neynikê. Lehengiya şervana keç Gulbiharê û hewildanên wêrek ên Dilovan ji bo evînê, qehremanî û evîndariyên di romansên kevnare de dihênin bîra mirov. Epose, di nav rastiya şervaniyê, dîsîplîna navxweyî , egîdiya şervanan û pîroziya eşqê balansekê çêdike û bi pîvanên tenik û zirav û zimanek bilind ber bi encamê ve diçe.

Tabu cihê xwe dide fêmkirina doza pîroz. Pirsgirêkê nerm dike. Evîndar, evîna xwe ji bo doza pîroz û azadiyê li paş xistine. Fedekarî, berxwedan û lehengiya wan re, dengbêj û sazbendên şervan ên mîna Dilsoz dibin şahid û çîroka wan dikin destan. Destana evîndariyê ku tabuyên hene li ber pêla xwe dibe û hildiweşîne.

Çîroka romanê hinekî bi şêweyê epose, kilamên lehengiyê en dengbêjan ava bûye; derketina rê bi armancekê, şer û buyerên têne pê û dawiya wê. Dawî carna bi kêfxweşî gelek caran jî trajîk diqede. Lê nivîskar hilmek nûjen daye çîrokê ku di romanê kurdî de zêde xuyanî nake.

Xebera reş, hêsîr ketin û kûştina Dilbiharê bi rêya telefonê didine Dilovan. Lê nivîskar, heta dawiya romanê jî bûyerê mîna ku bûye yekser nabêje. Ew, xwendevanên xwe mecbur dike ku bi xwe bifikirin û encamê texmîn bikin. Kêşara romanê, tevlîbûna lehengên din û rûdana bûyerên nû xwendevanan dide ber pêla xwe. Ev aliyê romanê, Xweziyê dixe rêza romanên nûjen û wê ji romanên din ên Serkan Brûsk vediqetîne.

Di romanê de çend fîguran hene. Çend navgîn. Nivîskar bi rêya wan fikrên xwe ên siyasî dihêne zimên. Lê ne tenê hêza siyasî bilind dike. Nerm be jî, gelek kirinên wan ên siyasî ku şaş dîbine, bi zimanek erênî rexne dike. Remo nimuneyek diyar e ku, sersariya berpirsên siyasî li Europayê nîşan dide. Bê çawa kesên welatperwer ji siyasetê dicemidînin, dûr dixînin û îzole dikin. Nimuneyek din, Haydar e. Şikên hevalbendên li Izmîrê ji wî ne. Ji hevkariya wî bi polîsan re ye. Nivîskar bi vê, kêmasiyên siyaseta metropolan radixîne ber çavan.

Ferhenga peyv û biwêjan

Nivîskar di romana xwe de ji peyv û biwêjên liber windabûnê anjî kêm tên gotin û bikaranîn, ferhegekî pêşkêşî xwendevanan dike. Weke mîsal:

Filitandina ziwa ji nav desta
hestjar û diltenik
nankorî û bênanûxwêyî
meşa li ser xeta mezînkirî
mîna çûkên ku mar di ser hêlîna xwe dîtibin
dar û goşt tiştekî ji hev re nabêjin
pêpelok
tepisk û inçik
Ço ji behiştê ye
çort û mekroh
têrgefî
qîvareke nûşînbûyî
qerpal
ji ziman ketin
polîpoşman
ziwa, kelê û rij
kerîtonk

Ji gelek hêlan ve siyasetê rengê xwe lê kiribe jî, Romana Xweza bi metodên nûjen û balkêş hatiye avakirin. Wek mînak hilbijartina kafeteryayê ku mekanekî esasî ye di romanê de, em hê di destpêkê de dibînin ku devereke taybet e ku lê çîrokeke trajîk a du ciwanên cuhê derbas bûye. Ev hê di destpêkê de îşaretek e ji bo amadekirina xwendevan..

Ji xwe di romanê de bi qasî çîrokê, metoda gotina çîrokê jî giring e. Xwezî ji aliyê avakirina çîroka xwe ve serkevtiye û divê bê xwendin. Di siyasetê de, aliyên tabu, ne bi niyetek xirap, lê bi erênî dike cihê niqaşê. Rexnegiriyek erênî ku rê ji siyasetê re veke derdikeve pêş. Ev tev bi hosteyî, di nava çîrokê de hatine hunandin. Xwezî di gulana 2016 an di weşanên Lîs ê, li Amedê derketibû.
 

 

Bu yazı toplam 3847 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.