• Diyarbakır7 °C
  • Batman6 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa14 °C
  • Erzurum-6 °C
  • Ağrı-3 °C
  • Gaziantep13 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt9 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Di sala 2014'an de wê rola Kurdan diyarker be’
31 Aralık 2013 Salı 13:49

‘Di sala 2014'an de wê rola Kurdan diyarker be’

"Di siyaseta Tirkiyeyê de wê rola Rêber Apo û Tevgera Kurd diyarker be. AKP bixwaze yan jî nexwaze di sala 2014'an de wê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de pêşketinên girîng çê bibin."

BEHDÎNAN - Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa dawî ya hevpeyvîna xwe li gel ANF'ê de, li Îranê çareseriya pirsgirêka Kurd, di sala 2013'an de rola Kurdên li Ewropayê di têkoşîna azadiyê de, armancên 2014'an ên Tevgera Azadiyê ya Kurd û pêşketinên gengaz nirxand.Bayik ragihand ku Kongreya Neteweyî yek ji hesreta bingehîn a Kurdan e û destnîşan kir ku ji ber parçebûyîna neteweyî Kurd îro jî hînê di bin desthilatdariyan de ne. Bayik diyar kir ku ne tenê hêzên siyasî gelê Kurd bi xwe jî di haya vê rastiyê de ye, lewma timî yekitiya hêzên siyasî dixwaze. Bayik da zanîn ku di sala 2013'an de li ser kongreya neteweyî nîqaşên gelekî erênî hatine kirin û di vê mijarê de wiha peyivî:

Bayik destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo komkirin, meşandin û pêşvebirina kongreya neteweyî wê di sala 2014'an de jî dewam bike û got, "Kongreyeke Neteweyî êdî ji bo me veguheriye berpirsyariyeke dîrokî. Eger gelê me li benda kombûna kongreyeke neteweyî ye, di serî de em berpirsyariya hemû hêzên siyasî yên Kurd heye. Divê ev berpirsyarî bicih were anîn. Dema ev berpirsyarî bicih were anîn jî, pêwîste her kes xwe ji berjewendiyên teng û parçebûyî yên partîtiyê vegirin."

Di 2014'an de civak wê dest deyne ser sıyasetê

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku gelê Tirkiyeyê dîtiye ku hêzên xwedî karektera demokratîk nîn in, hêzên Tirkiyeyê demokratîk nakin, dikarin tev li her karên qirêj bibin.

Bayik got, "Bertîl, nelirêtî, sîstema diziyê, li welatên lê demokratîkbûyîn nînê rû didin. Li welatên demokratîkbûyîn lê çê nebûye, kontrola civakê di asta herî bilind de ye. Ne pêkane ku kes derkeve derveyî kontrola civakê. Lewma di sala 2014'an de civak wê dest deyne ser siyaseta Tirkiyeyê. Pêwistiya demokratîkbûyîn û demokrasiyê ya di dema bûyerên Gezî de derketin holê, wê di sala 2014'an de bilindtir bibe. Sala 2014'an wê ji bo demokratîkbûyîna Tiriyeyê bibe saleke girîng. "

Bayik diyar kir ku karên ne li rê xwe ji neçareseriya pirsgirêka Kurd xwedî dike û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Di rewşeke ku demokratîkbûyîn çê nebûye û pirsgirêka Kurd çaresernebûye de, her kesên ku destekê didin polîtîkayên hikûmetan, xwe ji bo karên ne li rê mafdar dîtiye. Çawa ku di salên 1990'î de yên piştgirî dane şerê qirêj ê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi van karên qirêj re mijûl bûne, îro jî di berdêla destekdayîna hikûmeta AK'ê her şêweyên nelirêtî û diziyê tê kirin.

Bêguman em weke tevger dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîkbûyîn û siyasî bê çareserkirin. Di vê mijarê de agirbest derketiye holê. Vê agirbestê û rewşa bê pevçûn, rûyê rastî yê her kesî derxistiye holê. Diyar bûye ku AKP, Fetûllahî, CHP, hêzên derve kî çareseriyê dixwaze kî naxwaze, kî çiqasî demokratîbûyînê dixwaze, kî naxwaze."

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim