Dibe ku, Tirkiye û Rûsya şer hev bikin

Dibe ku, Tirkiye û Rûsya şer hev bikin
Hat îdiakirin dibe ku Tirkiye û Rûsya li Sûriyê şerê hev bikin.

 

Hewlêr–Rojnameya Timesê ragihand Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî zêdekirine.

Di nûçeya Timesê de wiha hat gotin: “Tirkiyê niha sînorê xwe yê nêzîk herêma Cerablusê ji mîn û teqemeniyan paqîj dike. Ev yek jî dide xuyandin dibe ku Tirkiyê xwe ji bo operasyoneke bejayî amade dike. Rûsya jî xwe nêzîkî kurdan dike. Efserên rûsî ji bo gotubêjkirina operasyoneke li Cerablusê bikin ligel berpirsên kurd civiya. Rûsya 200 leşkerên xwe li bajarê Qamişlo ku balafirxaneya leşkerî avakiriye, bicih kir.”

Hatiye amaje kirin ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de dueloyek didome û berdewamiya nûçeyê de wiha hatiye gotin:

“Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heftaya borî ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden re gotiye ku ew toleransê nadin bicihkirina leşkerên rûsî li Qamişloyê. Roja duşemê Rûsyayê bersiva Tirkiyê da û diyar kir ku Tirkiyê hêza ser sînorê Sûriyê zêde dike.”

Timesê di nûçeya xwe bal kişandiyê ser van xalan:

“YPGê cara ewil havîna borî Cerablus kiribû armanca xwe. Rûsya ji bo ku YPGê herêma stratejîk a Cerablusê kontrol bike bi awayekê aktîf piştgiriya wê dike. Crablus ji bo Rûsyayê derfeteke başe ku zerere bide Tirkiyê. YPG baskek ê PKKê ye. Erdogan bi çendin caran gotiye, heger YPG derbasî Cerablusê ew xeta wan a sor e.”

Salih Muslim: Em amadene derbasî Cerablusê bibin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji Timesê re ragihandiye ji bo operasyona Reqaya pêwîstiya YPGê bi hevalbend jixeynî kurdan heye û piraniya xelkên Reqayê ereb in û dibe ku bi çavek nebaş li wan binêrin.

Muslim got: “Em amadene hem derbasî Reqa hem jî derbasî Cerablusê bibin. Çi cihê ku DAIŞê li heye em dê bikin armanca xwe. Lê pêwîst e li Reqayê zêdetir hevalbendên me yên ereb hebin. Gor rewşê dê diyar bibe ka em dê yekem care derbasî kijan bajarî bibin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.