1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Divê cezayê darvekirina 21 ciwanên Kurd bê hilweşandin’
‘Divê cezayê darvekirina 21 ciwanên Kurd bê hilweşandin’

‘Divê cezayê darvekirina 21 ciwanên Kurd bê hilweşandin’

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl û Partiya Komunîst a Kurdistanê li bajarê Xaneqîn, ji bo hilweşandina cezayê darvekirina 21 ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve, 21 dar li deriyê sînor ê Munziriye çandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 Germiyan - Derheqa vê çalakiyê de Endamê Lijneya Parastina Berjewendiyên Xaneqîn Selam Ebdulla ji BasNewsê re got: ‘’Doh lijneya me bi hevkariya Partiya Komunîst a Kurdistanê û hejmarek rêxistinên civaka sivîl ên Xaneqîn, serdana deriyê sînor ê Munziriye kirin û bi çandina 21 dar û dirextan nerazîbûna xwe anîn ziman li beramber biryara darvekirina 21 ciwanên Kurd.’‘

Selam Ebdulla wiha axifî: ‘’Bi rêya beyannameyekê me ragehand ku divê cezayê darvekirina 21 ciwanên Kurd bê hilweşandin ji ber hikûmeta Îranê bi cezayê darvekirinê sîmayeke xweşik wernagire, ji dêlva cezayê darvekirinê mafên me vegerînin daku jiyan û zemînê xweşiktir bikin.’‘

Navê wan ciwanên Kurd ên ku cezayê darvekirinê ji wan re derçûye, wiha ye: ’’Elî Ehmed Silêman, Reşîd Axkendî, Enwer ostemî, Saman Nesîm, Mistefa Selîmî, Simko Xurşîdî, Bextiyar Mêimarî, Hebîbulah Letîfî, Ebdula Serweriyan, Seyîd Samî Huseynî, Zanyar Muradî, Luqman Muradî, Hoşeng Rizayî, Riza Melazade, Bêhrûz Alxanî, Arman Perwîzî, Sîrwan Nijawî, Îbrahîm Îsapûr, Mihemed Ebdulahî, Sabir Muxelîd Mawane û Seyîd Cemal Mihemedî.  

Bu haber toplam 667 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.