1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Divê di Cenevre-2 de hemû alî nakokiyên xwe çareser bikin’
‘Divê di Cenevre-2 de hemû alî nakokiyên xwe çareser bikin’

‘Divê di Cenevre-2 de hemû alî nakokiyên xwe çareser bikin’

Civîna Wezîrên Dewletên Cîran ên Sûriyê bi dawî bû. Piştî civînê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî û beşdarvanên din bersiva pirsên rojnamevanan dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan

RIHA -  Bi beşdariya Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî, Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, Wezîrê Hevkariya Navteweyî û Sazkirinê yê Urdinê Îbrahîm Saîf, Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Misrê Randa Labîb û Serşêwirmendê Wezîrê Karên Civakî yê Lubnanê Makrab Malaeb li Bajarê Konteyneran a Heranê Civîna Wezîrên Dewletên Cîranê Sûriyê ya 2’emîn hat li dar xistin, piştî civînê Deklerasyona Rihayê hat weşandin.   

Di deklerasyonê de bang li civaka navteweyî hat kirin ku hevkariya dewletên penaberên Sûriyê dihewînin bikin. Di deklerasyonê tê gotin, beşdarvan ji ber krîza li Sûriyê diqewime û bandorên wê yên neyînî xemgîn dibin. 

Deklerasyon wiha berdewam dike: 'Em bangî li hemû aliyan dikin ku di Konferansa Cenewre-2 de nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, bên ba hev û ber bi pêvajoyeke siyasî ve gavan bavêjin. Divê Konferansa Cenewreyê li hemberî pevçûn û êşên ku gelê Sûriyê dikşîne bêdeng nemîne û ji bo ku saziyên alîkariyê bikaribin ji mexdûran re alîkariyê bibin şert û merc bên avakirin.'

 

Bu haber toplam 571 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.