• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan0 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Divê heyetek biçe Îmraliyê
22 Kasım 2013 Cuma 16:38

Divê heyetek biçe Îmraliyê

Serokê Giştî yê BDPê Demirtaş got: "Seredana Serokwezîr ji bo pêvajoyê jî destkeftiyek e. Divê ku lijneyeke ji rêxistinên sivîl ên civakî, mirovên aqilmend û rojnamevanan pêktê biçe Îmraliyê."

DIYARBAKIR - Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş, der barê îdiayên îtifaqa di navbera HDP û CHPê de got: "Hetanî vê saetê ne di navbera HDP û CHPê de, ne jî bi partiyeke din re ji bo îtifaqê hevdîtin nehatine kirin."

Demirtaş tevî komeke partiyiyan ji bo sersaxiyê bide malbat û xizmên parêzer Îhsan Bîçîcî çû Mala Serxweşiyê ya Mizgefta Abdulcelîl a li navçeya Yenîşehîrê. Demirtaş piştî serxweşiyê daxuyanî da nûçegihanan.

Demirtaş li ser pirsa îdiayên ku dibêjin "CHP û HDPê ji bo ku di hilbijartinên herêmî de, ji bo hin herêman îtifaqê bikin dest bi pêwendiyan kirine" got "Herêma ku dê HDP lê bikeve hilbijartinan, rêvebiriya HDPê ji îtifaqan berpirsiyar e" û wiha dewam kir: "Lewra, wek BDP em rasterast nikarin tiştekî bêjin, tiştekî wiha li dijî rêvebiriya me û têkiliyên me ye."

 

Demirtaş got ku HDP bi xebateke rêkûpêk dikare li bajarên metropol dengan bigre û biserkeve û wiha got: "Ji bo ev serkeftin bibe destkeftî divê li hin bajar û bajarokan îtifaqên biprensîb bên kirin. Lê heta niha ne di navbera CHP û BDPê de, ne jî di navbera BDP û partiyên din de tu îtifqak nehatine kirin. Nîqaş tên kirin, em jî temaşe dikin. Em dibînin ku tesîra van niqaşan li ser gel jî heye. Em jî li ser weşanên çapemeniyê nîqaşan teqîb dikin. HDPê jixwe bi navbeynkariya hevserokan diyar kir ku ew dikarin îtîfaqên neveşartî û zelal bikin. Lewra dibe ku di pêşerojê de îtifaqên wiha bên kirin. Îxtîmaleke wiha heye. Lê ev îtifaq li pişt deriyan, bi awayekî nepenî nayên kirin. Heke bibe, em dê derkevin pêşberî gel, me îtifaq ji bo çi û bi kî re kir, em ê eşkere bikin û sedemê wê bi gel re parve bikin. Îtifaqeke wiha bibe teqez em ê bi raya giştî re bidin zanîn."

- Dibe ku ji bo me bibe destpêkeke nû

Demirtaş der barê pêşniyara serdana nûçegihan û mirovên aqilmend a Îmraliyê de got ku divê ew serdan demek berî demekê bê kirin û zêde paş ve neyê avêtin.

Demirtaş got: "Ji bo serdanê gel him ji aliyê siyasî, him jî ji hêla psîkolojîk ve amade ye. Ez bawer im ku di hefte an jî mehên pêşiya me de geşedanên wiha pêk bên û divê pêk bên jî."

Demirtaş wiha pê de çû: "Dibe ku lijneyeke ji rêxistinên sivîl ên civakî pêktê, lijneyeke ji mirovên aqilmend pêktê, lijneyeke sivîl, piştre jî lijneyeke ji nûçegihanan pêktê divê cuda cuda biçin Îmraliyê. Heke lijney biçe bi Birêz Ocalan re biaxive û peyamên Ocalan bi raya giştî re parve bike, dê rêya pêvajoya çareseriyê ya ku niha ber xitimînî ye, bê vekirin. Heke nêrîna Birêz Serokwezîr jî wiha be, ez dikarim bêjim ku ev nêrîneke rast e. Serokwezîr heke piştî serdana Diyarbekirê gaveke wiha bavêje dê pêşiya pêvajoyê vebe û pêvajo bi awayekî baştir dewam bike."

Li gor me taybetîkirina perwerdeyê rast nîne

Demirtaş der barê niqaşên li ser dersxaneyan de jî axivî û got ku dewlet ji bo bêpere xizmeta tenduristî û perwerdeyê bide gel, ji gel bacê distîne.

Demirtaş, got ku heke dewlet him ji welatiyan bacê bistîne him jî xizmetên tenduristî û perwerdê bêpere neke dê zirar bigihîje rêgeza "dewleta sosyal" û wiha pê de çû: "Li gor me taybetîkirina perwerdê û veguhestina dersxaneyan rast nîne. Bi veguhestinê re dê perwerde êdî bi pere bê kirin. Dersxane û dibistanên taybet wek avahiyên bazirganiyê kar dikin. Dersxane jî dibistanên taybet jî bi pere agahiyan difroşin. Em li hemberî her duyan in. Divê dibistanên girêdayî dewletê û şaredariyan bên vekirin. Di van dibistanan de perwerde bi zimanê dayikê, bêpere û bi awayekî zanistî bê kirin. Kesên dibêjin bila dersxane bên girtin, divê rêyeke baştir bibînin."

 Di nav partîya me û parlamenterên me de nîqaş tune 

Demirtaş pirsa der barê îdiayên 'hin perlamenterên BDPyî çûn pêşwazîkirina Serokwezîr û ji ber vê yekê di nav partiyê de nîqaş derketin' de wiha bersivand: "Di nav partî û parlamenteran de ji ber vê tu nîqaş nayên kirin. Ji bo beşdarbûna bernameyên li vir biryareke me yê saziyî tuneye lê parlamenterên me dikarin li gor însiyatîfên xwe tev bi gerin. Hemû parlamenterên me ev demeke dirêj e ku di nav siyasetê de ne, dizanin çi çiye û li gor zanîn û hesabên xwe tev di gerin. Lê daxwaza me ew e ku hemû parlamenterên me li gor daxwaza gelê ku deng dide û li gor bendewariyên partiya xwe tev bi gerin. Lê dîsa jî bila bê zanîn ku ev pêşwazîkirin di nav me de nebû sedema nîqaşan. Bila hemû kes bizane ku em dê di nav xwe de nîqaşan bikin û rêya herî rast bibînin."

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim