1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Dixwazin dengê xwe bi şanoyê bilind bikin
Dixwazin dengê xwe bi şanoyê bilind bikin

Dixwazin dengê xwe bi şanoyê bilind bikin

Ew jin tim dixetin, geh dibezin krêşê pey zarokê xwe, geh diçin bazarê, şîvê dipêjin, ûtî çêdikin û geh jî demeke xweş bi zarokên xwe derbas dikin.

A+A-

AMED - Jinên Beşa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hin ji bo xiyala xwe ya zaroktiyê pêk bînin hin jî ji bo berpirsyariya xwe bi cih bînin dest bi xebata şanoyê kirine. Jinên ku nekarîne bi dengekî bilind derdê xwe bibêjin niha bi xebatên şanoyê radibin. Jinên ku destê derhêner Ayşe Şik girtiye xwe fêrî hunera şano û şanogeriyê dikin.  

Navê lîstikan jinan Mutbex e. Nivîserê vê şanoyê Murathan Mungan e ku mutbexê weha pênas dike, “Muxteb ji bo jinan hem sîper hem jî stargeh e û her demê nayê wateya ew dera ku nava malbatekê germ dike, gelek caran bûye miriyên dijîn ji bo jinan û ew morga wan e jî. Ew dever e ku heta bimirin lê dimînin. Hûn jî dizanin laş piştre dimirin.”  Jinên Beşa Jinan a Şaredariyê bêyî ku xwe li benda hingê bigirin ku wan dispêrin axê, renca jiyê xwe mutbexê vediguhêzine ser sehneyê.  

Berpirsa Beşa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Muzeyyen Anik gava biryara damezrandina atolyeya şanoyê dide daxwaza Ayşe Şikê paşve lê venagerîne û jinên şaredariyê eleqeyeke germ nîşanî îlana wan didin. Jinên ku tu perwerdeya şanoyê wernegirtiye berê di atolyeyê de gelekî tengezar dibûn. Ayşe Şik ji wan pir dibe alîkar ka divê li ser dikê çawa bisekinin û çawa biaxivin. Piştre ev jinên han, ruhê xwe yê amator derdixine pêş ruhê prpfesyonel û behreyên xwe ji nû ve vedijînin. Jinên xebatkarên Şaredariyê Rezan  Çatuk, Deniz Tantekin, Şevin Şukran Anik, Şeyma Yelliler, Şukran Avci, Gul Ege, Civar Açıg, Bahar Kelekçioglu ve Nuray Erkaplan Buylakutluyurga xwe amade dikin ku lîstiya Murathan Mungan Mutbexê derxînin ser dikê. Çav lê ye ku lîstik bigihêje 8ê Adarê Roja jinan a Cîhanê.    

Êdî ew tiştekî ji bo xwe dikin

Derhênera Lîstikê Ayşe Sir: Vê xebatê bi pêşniyara beşa jinan a Atolyeya Şanoyê dest pê kir. Min jî ev pêşniyara wan pejirand. Demeke dirêj e tiştekî weha di serê min de hebû. Berê me digel zarokan pêk anîbû. Paşê em digel jinan hatin cem hev. Me dest bi atolyeyê kir. berê hêviyeke me ya pir mezin tunebû. Paşê em bi enerjiya nava xwe hesiyan û me got çima nebe. Li ser vê me biryar da ku em lîstikeke jinan derxine pêş. Ligel vê me lîstika Mutbex ku ji jinan pêk tê hilbijart. Zor e. Hê jî ev kar bi zorê pêşve diçe. Ji ber ku şanogerên me ew jin in ku sibê saet 8 heta 5ê êvarê dewamê dikin. Ev jinên ha, hêj piştî saet 5ê êvarê diçine malê şîvê ji bo zarokên xwe çêdikin. Ev jinên han, êdî karekî cuda dikin. Êdî ew tenê li ser maseyê naxebitin, ji bo mêr û zarokên xwe tenê şîvê nagehînin, her weha ew êdî karekî ji bo xwe jî dikin. Êdî ew feraseteke dîtir derdixine pêş û derdikevine ser sehneyê.    

Lîstik weha dest pê dike; 4 jin têne nik hev û mutbexa xwe çêdikin. Hemî jinên xwenda ne, zanîngeh qedandine lê ji ber hevjînên xwe nikarin tu karekî bi ser bixin, jiyanê ev jin gelekî perçiqandine. Êdî têne bal hev û dixwazin ji bo xwe tiştekî bikin û mutbexa xwe saz dikin. We rastî bivê em li vê derê hewl didin çîrokên van jinan derxine pêş. Serhatiyên wan pir ji hev cuda ne. Zêde axaftina ser xwarinê nayê kirin. Belkî nanek bê pahtin, em ê bêhna wî hildin lê bara pirtir serhatiyên jinan li pêş in. Jixwe derdê Murathan Mungan ev e. Em jî derdê wî dikin derdê xwe û pê derdên civakê vedibêjin. Jiyan li mutbexê dipije. Tu li mutbexa her karê dikî de dikelî. A rastîn mutbexa jiyana jinan  jî mutbexa wan bi xwe ye. Ew jî li mutbexa xwe dikelin. Di jiyana me hemiyan de mutbex hene. Mutbexa van jinan jî li vê derê ye û di nav çîrokên wan de dertê pêş.       

jin-3.jpg

jin.jpg

Bu haber toplam 1020 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.