• Diyarbakır13 °C
  • Batman13 °C
  • Mardin16 °C
  • Bingöl9 °C
  • Bitlis5 °C
  • Elazığ11 °C
  • Erzincan5 °C
  • Şanlıurfa16 °C
  • Erzurum3 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep14 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş2 °C
  • Siirt14 °C
  • Van8 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Dixwazin hemû kes wekî wan bin’
05 Ocak 2014 Pazar 14:18

‘Dixwazin hemû kes wekî wan bin’

Li Zanîngeha Dîlokê xwendekarê Perwerde û Sporê Taha Tufan, diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe ya zayendî li zanîngehê rastî cudakariyê tê.

 DÎLOK - Êrîş û zextê li ser kesayetên  trans, travestî, gay, lezbiyen û bîseksuel (LGBT)  berdewam dikin. Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê yê beşa Perwerde û Sporê Taha Tufan, diyar kir ku ji ber ku ew zilamekî transe ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve rastî cudakariyê tê. Tufan da zanîn ku di dema xwendina liseyê de nasnameya xwe diyar nekir, lê piştî ku derbazî zanîngehê bû xwedî li nasnama xwe derketiye û ji ber vê jî êrîşên li ser wan zêde bûne. Tufan destnîşan kir ku mamosteyên beşa wan piştî ku ji xwendekaran re got ‘bi wî re hevaltî nekin û neaxivin bila bizanibe  tişta ku dike xelete û bila ji vê xeletiyê vegere’ kes bi wî re na axiveye.

‘Mamosteyan ez tecrît kirim’

Tufan anî ziman ku serokê beşa wan jêre gotiye ‘tuyê ji hemû kecên min dur bisekinî û bi kesê re na axivî’ û wiha got: “Bi van pêkanînan jiyana yek dengî dispêrin me. Me xwest di şahiya ku ji aliyê LGBT’yên Zeugmalî ve hatibû amadekirin di salona sînemaya zanîngehê de sînemaya bi navê ‘Zaroka min’ pêşkêş bikîn. Lê rêveberiya zanîngehê bi hinceta ‘naverok’ a filmê ne hişt em pêşkêş bikîn. Di naveroka filmê de tiştek tunebû, film li ser kesên wekî me bi malbatê xwe re çi jiyan kirine bû. Em dizanin ku ji ber ku LGBT’yan xwe bi rêxistinkirine rehetsiz dibin û tehemula wan ya kesekî cuda dîtin tuneye. Ji ber wê jî peyama ‘yan hunê wekî me bin yan jî hunê ji civakê bên avêtin’ didin.”

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim