• Diyarbakır14 °C
  • Batman12 °C
  • Mardin18 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan9 °C
  • Şanlıurfa17 °C
  • Erzurum-2 °C
  • Ağrı7 °C
  • Gaziantep16 °C
  • Hakkari7 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt14 °C
  • Van6 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Dixwazin ku pêvajoya çareseriyê berhewa bikin’
09 Aralık 2013 Pazartesi 08:06

‘Dixwazin ku pêvajoya çareseriyê berhewa bikin’

Wezîrê Karên Navxweyî Guler der barê xwepêşandina bêdestûr ya Yuksekovayê de got: "Mixabin hem ji nav welêt û hem jî ji derveyî welêt hewl didin ku pêvajoya çareseriyê berhewa bikin."

MÊRDÎN - Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler der barê xwepêşandina bêdestûr ya ku li Yuksekovayê hat lidarxistin û tê de du kes mirin de got: "Mixabin du roj ewil li Geverê ji 10 aliyan ve bi çekên lûledirêj gule barandin ser polêsên me. Ev mijareke pir balkêş e. Bi îdiayên ku hin kes zirarê didin goristana gel tahrîk kirin. Di tu goristanê de zirareke wiha tuneye."

Wezîr Guler bi parlementerên AK Partiyê Gonul Bekîn Şahkulubey, Abdurrahîm Akdag û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê AK Partiyê Mehmet Vejdî Kahraman ve ji Diyarbekirê hat Mêrdînê. Guler û heyeta wî li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê tûr avêtin. 

Çalakiyên  Geverê

Guler pirsên der barê bûyerên Geverê de bersivand û got ku ev bûyer provakasyon e û wiha pê de çû: "Dibêjin ev bûyer provakasyon e. Erê ez jî wisa dibêjim, ev provakasyon e. Lê ya girîng ew e ku lêkolîn bê kirin ku ev provakasyon ji aliyê kê ve hat kirin. An jî ev provakasyon kê kir? Teqez e ku ev provakasyon e.  Ez bawer dikim ku hem ji nav welêt û hem ji jîderveyî welêt hewl didin ku vê pêvajoya çareseriyê berhewa bikin. Hin kes naxwazin ku pêvajo dewam bike."

Guler destnîşan kir ku Gever jî di nav de heya niha li tu bajarî mudaxaleyeke wiha li xwepêşandanan nehatiye kirin. Guler got dema ku bi çekên lûledirêj gule li ser polêsan bên barandin peywira polêsa ye ku ew jî bersivê bidin û wiha dewam kir:"Mixabin du roj ewil li Geverê ji deh aliyan ve bi çekên lûledirêj gule barandin ser polêsên me. Ev mijareke pir balkêş e. Bi îdiayên ku hin kes zirarê didin goristana gel tahrîk kirin. Di tu goristanê de zirareke wiha tuneye. Bi hinceteke wiha nav li gel dan û mirov û polês anîn hemberî hev. Gule li deh ciyên wesaîta polêsan ketiye û li nêzî polêsan 50 qepsûlê çekên lûledirêj hene. Ne pêkan e ku ev bê qebûlkirin. Me heta niha tu carî li hemberî çalakiyeke demokratîk mudaxaleyeke wiha nekiriye. Polêsê me heya niha li hemberî barîkat çêkirina, molotofkokteyla, bombeyên çêkirî û êrîşên fîşengan her tim bi xaza îsotê û ava tazyîq midaxîle kiriye. Lê dema ku bi çekên lûledirêj gule li ser polêsan bên barandin peywira polêsa ye ku ew jî bersivê bidin. Li gor zagonê dema ku êrîşan didin ser polêsan mafê polêsan heye ku bersivê bidin."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim