• Diyarbakır24 °C
  • Batman19 °C
  • Mardin23 °C
  • Bingöl17 °C
  • Bitlis14 °C
  • Elazığ18 °C
  • Erzincan20 °C
  • Şanlıurfa24 °C
  • Erzurum11 °C
  • Ağrı14 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş14 °C
  • Siirt19 °C
  • Van18 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Diyariyên wan ji me re bû surprîz
20 Kasım 2013 Çarşamba 15:22

Diyariyên wan ji me re bû surprîz

Bûk û zavayên ku mehrawan bi şahidiya Erdogan û Barzanî de hat birîn, gotin ku xelata her du serokan ji wan re bû surprîz.

 

DIYARBAKIR - Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoğan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal ( HKIF) Mesûd Barzanî li Diyarbekirê beşdarî merasima mehrê ya komî bûbûn. Her du rêberan ji bo bûk û zavayan hin diyarî kirîn. Diyariyên Serokwezîr Erdoğan û Barzanî gihîştin destê yên ku zewicîn.

Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî 3 roj berê li Salona Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê ji bo 400 bûk û zavayan merasîma mehrê amade kiribû û Serokwezîr Erdoğan û Barzanî jî beşdarî vê merasimê bûbûn. Her du rêberan ji bo bûk û zavayan hin diyarî kirîn û diyariyên wan ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî hatin belavkirin.

Hat diyarkirin zêrên ku Barzanî diyariyî hevseran kir bi taybetî hatine amadekirin û li rûyekî zêran navê Barzanî dinivîse û li aliyê din jî bi kurdî "Pîroz be" dinivîse.  

‘Em ê ji bo xetireyê veşêrin’

Mustafa Denliyê (29) ku di vê merasimê de mera wî jî hat birîn ji nûçegihanê AAyê re destnîşan kir ku di merasimê de Serokwezîr Erdogan, Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Bekir Bozdag, Beşir Atalay û gelekî parlamenteran şahidî kirine. Denlî bibîr xist ku di merasimê de Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî bi hev re stran gotine.

Denlî diyar kir ku xwe gelek bextewar hîs dike ku di merasimê de bûye û wiha got: "Ji ber ku qerebalix bû diyariyan li salonê nedan. Paşê ji aliyê Qeymaqamê Baglarê ve li weqfê diyariyan teslîmî me kirin. Serokwezîrê me zêrê nîv, Barzanî jî hezar dolar û zêrê tam diyarî kir. Ji ber ku pêwistiya me bi hezar dolarî heye em ê xerc bikin. Lê em ê ji bo xetireyê zêra veşêrin. Em ji wan re sipasdar in."

Gulsum Denliyê (25) jî destnîşan kir ku 15 roj ewil zewicîne û mehra fermî jî hêj nekiribûn û wiha axivî: "Em gelek kêfxweş û bextewar in ku deweta me li wir hat kirin. Xwezî deweta her kesî wiha be. Diyariyên wan ji me re bû surprîz."

Di merasima mehra komî ya 400 hevserên ku li Diyarbekirê hat kirin de Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoğan 400 zêrên nîv, Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî jî 400 zêrên tam û 400 hezar dolar diyariyî wan kiribûn. Mesrefên din ên hevseran jî ji aliyê Wezareta Polîtîka yên Civakî û Mlabatê ve hatibûn dayîn. 

(AA)

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim