1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Diziya malê xelkê li Dêrik û Nisêbînê îddîayek ciddî ye
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Diziya malê xelkê li Dêrik û Nisêbînê îddîayek ciddî ye

A+A-

 

Bi hilbijartinê re domandina operasyonên hêzên ewlekariya dewletê bi çekên giran li gelek bajarên Kurdistanê, ji hêla pêlkirina mafê mirovan û çaraseriya pirsgirêka kurd ve, balê dikşîne.

Bi rojan îlankirina qedexeya derketina derve, birçî û tî hiştina xelkê li malê, kûştina kesên sivîl nayê fêmkirin. Binavkirina vê helwêsta kesînedîtî, ne hêsan e. Bêhiqûqiya didome, cihê êş û xemgîniyê ye. Rêya çareseriya kolandina hendekan jî, mîna gelek pirsên din, diyalog e. Nebûna diyalogê, nakokiyên derbarê pirsgirêka kurd mezintir dike û rê li ber çareseriyên aştiyane digre.

Ji dema hilbijartinê hetanî niha, li gelek bajaran bi şeweyek sîstematîk qedexeya derketina ji malê, pêk tê. Qedexe, çend rojan radibe û dîsa tê îlankirin. Xwarin û vexwarin namîne, mirov mecbûr dibin derkevin devê derî. Alîkariyê ji car û cînaran bixwazin. Gelek kesên sivîl û bê suc, tên kûştin. Hetanî niha li dijî kesên sucdar çi lêpirsîn nehatiye destpêkirin.

Niha jî îddîayek pir ciddî di medyayê de belav dibe. Li gorî agehdariyan, di dema operasyon û gera li malan, li Nisêbîn û Dêrikê, polîsên taybet, pere û zêrên xelkê dizî ne.

Dema qedexa derketina derve li Nisêbînê, hêzên ewlekariyê li mala geriya ne. Ji bo kontrolê, diçin mala Fatma û Abdullah Duyuş. Piştî gera li hundirê odeyan bi dawî dibe, xwediyên malê dihênin zimên ku, polêsên taybetî 32 hezar TL wan dizî ye. 

Bûyerek din bi vî rengî li Dêrikê bûye. Piştî qedexekirina derketina derve, roja 7 an, li taxa Cevizpinarê, hêzên ewlekariyê operasyonekê pêk dihênin û li malên rûniştvanên taxê digerin. Hatun Dolek bi lawek xwe, bûk û torinên xwe li heman xanî dijîn. Polîsên taybetî tên mala Hatunê û dixwazin, tev derkevin derve. Ji tirsa diçin odeya xwe a yek çavî li hewşê. Hêzên ewlekariyê demek baş li malê digerin, alavên wan tevî hev dikin û piştî gerê ji wir diçin. Li odeya razanê, zêrên bûka wê hebûn. Polêsan zêrên wan dizî ye.

Diziya hemwelatiyên sivîl, îddîayek ciddî ye. Ger rast be, lê neyê pirsîn û sucdar peyde nebin, ev eyb û kêmasî a walî û hikumetê ye. Lewra zelalkirina buyerê giring e.

Divê hikumet û waliyê Mêrdînê vê îddayê ciddî bigrin. Partiya îktîdarê û muxalîf pirsê niqaş bikin, rast an nerastiya wê eşkere bikin. Ger rast be, xesara kesên mexdûr bidinê û li dijî kesên sucdar qonaxa hiquqî dest pê bike.

Divê li bajarên qedexeya derve tê îlan kirin, sînorê şîddetê hebe. Operasyon di çarçoveyên hiqûqî de bibin û mafê mirovan nayê pêlkirin. Sivîl nebin qûrban, rê li ber diziyê bê girtin.

Divê dubare bê gotin û bibîr bihênin ku, pirsgirêka kurd bi hişkî û şîddetê çaraser nabe. Divê hikumet, di şûna şîddetê şensê bide diyalogê. Ne şer, lê riya aştiyê bê hilbijartin. 

Bu yazı toplam 742 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.