1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Doç. Dr. Saglamtîmûr:Sêrt 5 hazar sal berê dewlemendtir bû
Doç. Dr. Saglamtîmûr:Sêrt 5 hazar sal berê dewlemendtir bû

Doç. Dr. Saglamtîmûr:Sêrt 5 hazar sal berê dewlemendtir bû

Koordînatorê kolandinên Bendava Ilisuyê Doç.Dr. Saglamtîmûr got ku berhemên ji Gira Başûr derketîn nîşan didin ku Sîîrt 5 hezar sal berê, ji Sîîrta îro dewlemendtir bû.

A+A-

Koordînatorê kolandinên Bendava Ilisuyê Alîkarê Doktorê Doçent Halûk Saglamtîmûr destnîşan kir li Gira Başûr 9 mezel hatin dîtin û berhemên ku ji wir hatin derxistin tijî muzeyekê ne. Di navbera berhemên hatin derxistin de kevirên lîstikê yên herî kevin jî hene.

Saglamtîmûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Heta îro li Gira Tirbê, Gira Başûrê, Keleha Motîtê û li Keleha Çattepeyê kolîn hatin kirin. Em li Sîîrtê ji sala 2002yan û vîr de kolînê dikin. 

Saglamtîmûr wiha dewam kir: "Gava ku em li dîrokê dinêrin Gira Başûr di salên berîya zayînê 4 û 3 hezar de warê kolînê bû. Çattepe jî Keleha Romayê bû. Yanî cihên gelek kevnar in û ev cih nîşan didin ku Sêrt berê cihekî dewlementtir bû." 

(aa)

Bu haber toplam 614 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.