1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. DODEF: Hêza ciwaniyê wê zihniyeta faşîst têkbibe
DODEF: Hêza ciwaniyê wê zihniyeta faşîst têkbibe

DODEF: Hêza ciwaniyê wê zihniyeta faşîst têkbibe

Xwendekarên Endamên Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) êrişên polîsên sivîl ku di rojên dawî de her diçe li ser ciwanên Kurd zêde dibe li Meydana Galatasaray protesto kirin.

A+A-

STENBOL -Xwendekarên endamên DODEF’ê ragehand ku di serî de li Bolu, Erzurum, Konya û Afyonê û gelek bajaran êrişên faşîstane yên ku li hemberî ciwanên Kurd hene wê destor nedenê. Şaxa ÎHD’a Stenbolê, Kaldiraç, Zanîngeha Dîren, Di rêya Şoreşê de Ciwnanên Şoreşger, Meclisa Ciwanan a HDK’ê û EMEK ji bo piştgiriya ciwanan di çalekiyê de amade bûn. Di çalekiyê de pankartên weke “êrişên faşîstane polîtikayên dewletê yên tesfiyekirina ciwananin” dovîzên weke “îrade, polîs û çeteyên we wê nekaribin we rizgar bikin” û bi dirûşmeyên “li hemberî faşizmê mil bi mil”, “Bijî Serok Apo” û “Maf, huquq û edalet wê PKK’yî bên” qêr kirin. Li ser navê ciwanên DODEF’ê daxuyanî Dîlan Taşkin xwend.

Taşkin ku bi bîr xist di bîranîna îsal a komkujiya Roboskî de ji Tokat heya Bolu, Erzincan heya Gûmûşhanê ciwanên Kurd tevlîbûnekî mezin nîşa da û sîstema ku dixwaze hêza ciwanan a ku derketiye pêş bi êrişan bersiv da.

Piştî daxuyaniyan ciwanên ku marşa “Çerxa Şoreşê” gotin, çalekiya xwe bi dawî kirin.

xwendekar-calaki-1.jpg

Bu haber toplam 651 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.