1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. DOKH, dê 9'ê Çile Hozan Mizgîn û Sema Yuce bibîr binin
DOKH, dê 9'ê Çile Hozan Mizgîn û Sema Yuce bibîr binin

DOKH, dê 9'ê Çile Hozan Mizgîn û Sema Yuce bibîr binin

Di yekemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn de biryara di roja 9'ê Çile ku 3'ê jinên siyasetmendar ên kurd hatin qetilkirin de "Li hemberî qirkirinên siyasî roja çalakiyên hevbeş" hatibû îlan kirin.

A+A-

AMED - Sala par di 9'ê Çileya sala 2013'an de3'ê Jinên siyasetmendar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina 3 jinên kurd jinan di 1'emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn de biryara roja 9'ê Çile ku 3'ê jinên siyasetmendar ên kurd hatin qetilkirin roja "Li hemberî qirkirinên siyasî roja çalakiyên hevbeş" îlan kirin. Ji ber 3'ê siyasetmendarên jin di tekoşîna azadiya jina kurd de weke sîmge cîhgirtine. Bi wê boneyê di navbera 31'ê Gulan û 2'ê Hezîrana sala 2013'an de li Amedê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn hatûbû li darxistin û di wê konferansê de 9'ê Çile weke "Li hemberî qirkirinên siyasî roja çalakiyên hevbeş" hatibû îlankirin. Bi vê boneyê di bin pêşengiya DOKH'ê de li navendên herêmê û Tirkiyeyê dê çalakiyên cuda bên lidarxistin û di kesayeta hersê jinên siyasetmendar de dê hemû jinên ku hatine qetilkirin bibîr bînin. Di van çalakiyan de dê endamên PKK'ê Sema Yuce û Hozan Şehît Mizgîn jî li ser gorên wan bên bibîr anîn. Dê Yucel li ser gora xwe ya ku li Eleşkirt ê bê bîranîn û Hozan Mizgîn jî li ser gora xwe ya ku li Tatwanê ye dê bê bibîr anîn.

Bu haber toplam 613 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.