1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Domandina "QONAXA ÇARESERIYÊ" giring e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Domandina "QONAXA ÇARESERIYÊ" giring e

A+A-

Kurda ji dema hişyarbûn, xwenasî û îfadekirina bi nasnameya xwe heta niha şerê azadî û serxwebûnê kirine. Beşkirina Kurdistanê, zilm û zora desthilatdarên biyanî, planên têkbirina bawerî û çanda kevnare re, serhildanên kurda dest pê kirine. Bi qasî şerê azadiyê, fikra çaraseriyên bi riya aştiyê jî kevn e. 


Şerê bi dagirkeran re gelek êş û pirsgirêk anîne holê. Ji herdu aliyan gelek kes hatine kûştin. Şerê bi salan, di nav çandan de neyartiya heye kurtir kiriye. Çareseriya pirsê bi riyên aştiyê dijwartir û bîr û baweriya bi hev kêmtir bûye.

Perçebûna Kurdistanê, helwestên yekîtî û hewkariya nav hêzên netewî bi derengî dixîne. Dîtinên şexsî û berjewendiyên hêzan jî car carna bûne kelem li pêşiya lihevkirinê. Pirsgirêkên wisa rê ji nakokiyên navxweyî re vekirî ye. Bûyerên nexweş pêk hatine.

Her çiqas bidestxistinên me mezin bin û li başûr herêmek nîvdewletî, li rojava kantonên azad, li bakur hejmarek parlementer di mesclîsê de bin û gelek şaredar bi dest ketî be jî, kêmasî pir in. Rewşa şer û nebûna aramiyê rê li ber gelek xebat û pêşketinan digre. Di kontrol û raçavkirina şaraderiyan de, pêşxistina aboriyê, giringiya xweza û îmaratê, peydekirin û pêkanîna projeyên civakî û şerê li hemberî nexweşiyên rûhî, alkol û kişandinê de kêmasî pir in. Şaredar ji rol û karê xwe bêhtir bi rojevê mijûl in. Parlamenter ji awira dîplomasî, pirçandî û ekonomi polîtîk ve bersiva demê nadin.

Asîmîlasyona li bajarên Kurdistanê nêzî tixûbên Turkiyê didome. Li aliyê Serheda, Koçgiri, Dersim û hinek bajarên din, di hilbijartinan de encamên pêwîst bidest nakevin.

Demek e li bakurê welêt, qonaxa aştiyê didome. Qedexeya li ser ziman û xebatên çandî kêm bûne. Lê qonaxa aştiyê giran rêve diçe û encam xuyanî nakin. Her çiqasî qonax bi giranî biçe û encam di demek kin de xuyanî nekin jî, ji ber bendên jêrîn divê qonaxa aştiyê bidome: 

- Nakokiyên netewa serdest û bindest di rojekî de çareser nabin. Divê sedemên pirsgirêkê bên pejirandin, siviktir bibin û perspektîfên baştir peyde bibin. Ji bo vê jî kurbûn pêwîst e. Wext pêwîst e.

- Xurtkirina baweriya di nav Kurd û Turka de ne hêsan e. Avakirina pirên baweriyê yekalî nabe. Divê du alî be, ji provake, fen û bêbextiyan dur be.

- Ji bo guhêrtina yaseya bingehîn, hevkariya bi hikumetê re baştir bibe. Armancên me zelaltir bibin. Deriyê me ji bo pêşniyazên hêzên muxalîf (kurd û turk) û hevkariya ji derve re vekirî be (biyanî).

- Giringiyek mezin bidin hevkarî û yekitiya navxweyî. Hêzên netewî li çar aliyê welêt, ji aliyê leşkerî ve yek dîtin bin. Xeletiyan mehkum bikin. Toleransa navxweyî bipejirînin.

- Divê hêzên bakur, bi qasî Colemerg, Mêrdîn û Amed ê, xebata xwe ya siyasî li aliyê Serhedan, Koçgiri, Dêrsim û bajarên nêzî Turkiyê xurt bikin.

- Bihêzkirina kantonên li rojava û hikumeta herêma Kurdistanê pir giring e. Parastina wir û bihêzkirina hêzên çekdar şert e. Di rewşek wisa de vekirina eniyek nû ji boşer li bakurê welêt, dikare pirsgirêkên guhertî bi xwe re bihêne.

Lewma berdewama qonaxa aştiyê û perspektîvên nû ji bo xurtkirina prosesê giring e.

 

Bu yazı toplam 528 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.