1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Dosyaya mamosteyê 'tacizkar' li cezayê giran e
Dosyaya mamosteyê 'tacizkar' li cezayê giran e

Dosyaya mamosteyê 'tacizkar' li cezayê giran e

Dadgeha 8'emîn a Asliye Ceza ya Amedê der heqê mamoste D.T. de yê di dibistana lê wezîfedar "li hember xwendekaran destdirêjiya cinsî" kir biryara neşopandinê da û dosya şand dadgeha cezayê giran.

A+A-


AMED - Li Semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li Dibistana Şehît Başkomîser Fatîh Ozdîl D.T. ê mamostetiya Zanistên Fenê dike destdirejiya cinsî li hember xwendekaran kiriye, der barê wî doz hat vekirin. Yekemîn rûniştina dozê li Dadgeha 8'emîn a Asliye Ceza ya Amedê pêk hat. Di rûniştina dozê de ligel zarokên mexdûr, malbat û parêzerên mexdûran amade bûn. D.T. di parastina xwe de diyar kir ku ew bi xwe endamê Egîtîm Bîr Sen e û mamosteyên din endamê Egîtîm Sen in, di navbera wan de cudabûna fikra bîrdozî heye û ji ber vê yekê bêbextiyan lê dikin.

Dosya ji dadgeha cezayê giran re hat şandin

Piştî D.T. parêzera mexdûran Elîf Tîrenc Îpek, diyar kir ku pêwîst e dadgeh biryara neşopandinê bide û dosyayê bişîne dadgeha cezayê giran a wezîfedar. Dadgerê îtîraza Îpek qebûl kir biryara neşopandinê da û dosya şand dadgeha cezayê giran. 

'Bi kîjan aqilî mamoste wezîfeya xwe didomîne?' 

Piştî rûniştina dozê pêkhateyên Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH)ên Amedê daxuyaniyek dan. Berpirsiyara Şaxa DÎKASUM a Yenîkoy Sevda Kayar got, "Di pêvajoya ku doz dewam dike de bi kîjan aqilî mamoste wezîfeya xwe dewam dike." Kayar diyar kir ku wê şopdarê dozê bin û wiha axivî: "Em li bajarê xwe bang li her kesî dikin da ku ne zarokên rastî tacîzê tên, zilamên tecawizkar teşhîr bikin." 

Bu haber toplam 565 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.