1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Doza KCKê ya li Diyarbekirê
Doza KCKê ya li Diyarbekirê

Doza KCKê ya li Diyarbekirê

Lijneya dadgehê di danişîna doza KCKê ya ku 94 kesê wê girtî 175 dihat darizandin de, der barê daxwazên hevpar yên bersûcan yên ku bûn sedema nîqaşan de biryara xwe da.

A+A-

AMED-Lijneya dadgehê di danişîna doza KCKê ya ku 94 kesê wê girtî 175 dihat darizandin de, der barê daxwazên hevpar yên bersûcan yên ku bûn sedema nîqaşan de biryara xwe da. 

Di danişîna ku li 6emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê hat dîtin de 82 girtî û 12 bersûcên negirtî amade bûn. Bersûcên din jî mahneyên xwe ragihandin û beşdarî danişînê nebûn. Di danişînê de dema ku ji bersûcên girtî Hasan Huseyîn Ebem li ser navê girtiyan daxwaz anîn zimên de di navbera lijneya dadgehê û bersûcan de nîqaş derket, lijneya dadgehê piştî nîqaşê biryara xwe da.  

Lijneya dadgehê daxwaza parêzerên bersûcan daxwaza ya ku digot dadgeh biryarên Dadgeha Destûrê bi cî nayne û ji ber vê hincetê divê ji danişînê paş de vekişe, bi hinceta "Di biryara redkirinê de bi awayekî berfireh hat şîrovekirin ku biryara Dadgeha Destûrê ya der barê Mûstafa Balbay de tenê bi serlêdanên şexsî re eleqedar e, dadgeh tu helwestên ku der barê objektifiyê de gumanan çêdike nîşan nedaye, ji bo paşvekişîna danişînê tu sedem tuneye" red kir. 

Lijneya dadgehê daxwazên bersûc û parêzarên wan yên bi îdiaya ku biryarên Dadgeha Xwedî Rayeya Taybet li dijî Destûrê ne ji ber vê yekê divê dosyeya wan bişînin Dadgeha Destûrê jî nirxand. Lijneya dadgehê di daxuyaniya biryarê de cî da van gotinan: "Biryarên ku Dadgeha Xwedî Rayeya Taybet  dan bi li dijî madeya 'Nikarin tu kesî bi awayekî qanûnî ji bilî dadgeha ku girêdayî wê ye, derxînin li hember dadgehek din' ya ku bi 37emîn fiqraya 4emîn ya madeya 2yemîn ya qanûna jimareya wê 6352 hatiye verastkirin nîne. Disa li dijî madeyên 138emîn ya ku heman qanûnê de ya ku dibêje "Dadger di peywira xwe de azad in, li gor destûr, qanûn û hiqûqê li gor qenatên xwe yên wijdanî biryarê didin nîne.' Li dijî verastkirina madeya 142yemîn ya ku dibêje 'Avakirina dadgehan, karkirina wan û peywir û rayeya wan, usila darizandina wan bi qanûnê tê verastkirin' nîne. Ji ber ku biryar dan ku îdiaya dijîtiya Destûrê ya bersûc û parêzerên wan cidî nîne, me biryara redkirina şandina dosyeyê ya li ser Dadgeha Destûrê red kir." 

Lijneya Dadgehê danişîn paşte avête 16ê kanûna paşîn roja pêncşemê. 

Di îdianameya ku 7 hezar û 578 rûpelan pêk tê ya der barê doza KCKê de ya ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hat amadekirin de, der barê 175 bersûcên ku 94 ji wan girtî ne de bi sûcên "xerakirina yekîtî û tevahiya welêt", "endambûn û birêvebiriya rêxistina terorê" û "arîkariya rêxistina terorê" ji 15 salan heta cezaya hepsê ya giran ya heta hetayê tê xwestin. Hatîp Dîcleyê ku parlementeriya wî bi destê YSKê hat xistin jî di nav 94 bersûcên girtî de cî digire. 

Arîkara Serokê Giştî yê BDPê Gultan Kişanak, parlementerên ku ji doza KCKê bi biryara Dadgeha Destûrê hatin tehliyekirin; Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, Parlementerên BDPê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak, Parlementera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û Parlementerê BDPê yê Şanliûrfayê Îbrahîm Ayhan jî doz şopandin. 

Bu haber toplam 709 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.