1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Du guleyên hawanê li taxeke Qamişlo ketin
Du guleyên hawanê li taxeke Qamişlo ketin

Du guleyên hawanê li taxeke Qamişlo ketin

Du guleyên hawanê li navbera her du taxên Hilko û Kornîş ên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ketin, lê heta niha nayê zanîn gelo kuştî û birhindar hene yan na.

A+A-

(Navenda Nûçeyan)

QAMIŞLO - Li gor agahiyên gehiştine  destê me,  du guleyên hawanê li navbera taxa Hilko û Kornîş ketin, lê heta niha nediyare bê birîndar û kuştî hene yan na. Hat ragehandin ku her du gule ji navçeya Balafirgeha Qamişlo ya Navdewletî, ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ye, hatine avêtin.

Li gor heman agahiyan hêzên ewlekariyê yên rejîmê û asayişa PYD’ê derdora cihê ketina her du guleyan dorpêçkirina û nahêlin kes nêzîk bibe.

Hêjayê gotinê ye di van demên dawî de hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê bi awayekî berçav li bajarê Qamişlo dest bi çalakiyên xwe kirine û gelek caran bi ser malan de jî digirin.

Bu haber toplam 594 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.