1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Du Kurd bi teqeya hêzên Îranê hatin kuştin
Du Kurd bi teqeya hêzên Îranê hatin kuştin

Du Kurd bi teqeya hêzên Îranê hatin kuştin

Hat ragehandin ku du hevwelatiyên Kurd li bajarên Seqiz û İslamabada rojava bi teqeya hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dane.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 SEQIZ -  Navê yekî ji wan kesan Kawe Mistefayî û xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye. Tê gotin ku piştî di navbera Kawe û çend hêzên ewlekariyê de minaqeşe çêdibe ew dibe hedefa guleya yekî ji wan kesan û canê xwe ji dest dide. 

Herwiha ciwanê din yê bi navê Pûriya Esedî temen 30 salî bi sedemeke nediyar li İslamabada rojava a girêdayî bajarê Kirmanşanê bûye hedefa hêzên ewlekariyê û canê xwe ji dest daye.  

Hêjayî gotinê ye ku di hefteya dawî ya sala 2013’an de kasibkarekî Kurd bi navê Ramyar İbrahîmî yê 23 salî li herêma ’’Alan’’ a bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê bi destê hêzên ewlekariya Îranê birîndar bû û di encam de kete komayê.

Kuştina kasibkar û barhilgirên Kurd gelek caran bûye sedema nerazîbûna kesayetî û hevwelatiyên Kurd. Piştî  hatine ser kar a serokkomarê nû yê Îranê Hesen Rûhanî rêjeya kuştina Kurdan di çend salên borî de geheştiye asta herî  jor.

 

Bu haber toplam 660 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.