1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Du pasdarên Îranê li Sûriyê hatin kuştin
Du pasdarên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Du pasdarên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Hat ragehandin ku du leşkerên artêşa Pasdarên Îranê bi navên Husêyin Nosretî û Mehmûd Beyzayî di şerê Sûriyê yê ligel çekdarên wî welatî de hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

ÎRAN - Wan her du pasdaran di çarçoveya grûbên leşkerî yên artêşa Pasdaran bi navê ’Parêzvanên Herêma Zeyneb’ li welatê Sûriyê mil bi milê hêzên Beşar Esed li dijî mixalefeta wî welatî şer dikirin.

Kuştina leşkerên artêşa Îranê li Sûriyê di rewşekî de ye ku Îranê çendîn car hebûna hêzên xwe yên çekdar di Sûriyê de red kiriye. Bi kuştina van her duyan çendîn pasdarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.

Herî dawî belgefîlma ’Îran di şerê Sûriyê de’ ku ji aliyê derhênerekî ciwan ê Îranî ve derbarê baregahên Îranê di Sûriyê de û hevkariya wan a bi Beşar Esed re ji aliyê kanala BBC ya farsî ve hate weşandin. Belgefîlm di encama şerekî muxalifan bi hêzên Îranê re ketibû destê muxalifan û hemû hêzên Îranî hatibûn kuştin.

 

Bu haber toplam 557 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.