1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Dû zarok revandin û gurçikên wan dizîn
Dû zarok revandin û gurçikên wan dizîn

Dû zarok revandin û gurçikên wan dizîn

Ji ber hejariyê û nebûna ti dahata darayî, gelek kes li seranserê Iraqê û bi taybetî navçeyên hejar berê xwe didin firotina endamên laşên xwe, bi taybetî gurçik ku hinek grûb hene xelkê teşwîq dikin li ser vê yekê bazirganiyê bi wan dikin.

A+A-

MÛSIL - Bajarê Mûsilê yek ji wan navçeyên İraqê ye ku asta hejariyê lê bilind e, lewma grûbên ku bazirganiyê bi endamên laşê mirovan dikin li wê dê çalak in. Di vê çarçoveyê de çavkaniyekê ji polîsên Mûsilê ji BasNewsê re got: ‘’Agahiyên îstixbaratê li ser cihê grûbekê ji wan bo me hatin, li gor wan agahiyan me karî grûbeke taybet a revandin û bazirganîkirina bi endamên laşê mirovan dikin, bigirin.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku wê grûbê zarokeke 9 salî ji navçeya Hermat a rojavayê Mûsilê revandibû û piştî şopandina vê pirsê wan karî 3 kesan ji endamên wê şanê-grûbê bigirin û niha em lêpirsîna ligel wan berdewam e.

Ji aliyek din ve kesekî ku berî niha ji aliyê wê şanê ve hatibû revandin ji BasNewsê re wiha axifî: “Wê grûbê ez û birayê min ê 6 salî revanidin û gurçikên me jêkirin û dizîn. Niha rewşa me ya tendirûstî nebaş e, ji ber emeliyata ku ji aliyê wê grûbê ve bo me hat kirin li cihekî pîs û bi alavên nepaqij bû.’‘

Li gor çavkaniya BasNewsê, yekî ji endamên wê grûbê ku hatiye girtin îtîraf kiriye ku doktorekî pispor jî bi wan re kar dike û kesên ew wan direvînin ew doktor bi emeliyatê gurçikên wan derdixe û piştre difroşin.

Bu haber toplam 630 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.