DYA çekan dide Iraqê

DYA çekan dide Iraqê
DYA îro 99 moşek û hezar topên tankê dê teslîmî Iraqê bike.

BEXDA  - Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) diyar kir ku îro 99 moşek û hezar topên tankê dê teslîmî Iraqê bike.

Serokê Ofîsa Hevkariya Ewlehiya Balyozxaneya Bexdayê ya DYAyê Sertîp Mîchael Bednarek di hevdîtina ku bi hin nûnerên medyayê re kir de destnîşan kir ku DYA 99 moşek û hezar topên tankê dê teslîmî Iraqê bike û wiha dewam kir: "Piştî bûyerên ku li el-Enbarê dest pê kirin hikûmeta DYAyê rasterast bi çekan alîkarî û piştgiriyê dide Iraqê. Ji 17ê çileya paşîn heta niha herî kêm milyonek guleyên roketavêjê, gule û nêzî 7 hezar tivingên otomotîk û amûrên din teslîmî Iraqê kirin.

Bednarek diyar kir ku ji bilî alîkariya çekan ew car caran artêşa Iraqê perwerde dikin, alîkariya saloxgeriyê didin û nexşeyên ku cihên endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li serê hatine tespîtkirin jî didin Iraqê.

DYA di meha îlonê de dê 18 balafirên F16yê teslîmî Iraqê bike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.