1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Ebdullah: Destwerdana derve yan jî pevçûn ne çareserî ye
Ebdullah: Destwerdana derve yan jî pevçûn ne çareserî ye

Ebdullah: Destwerdana derve yan jî pevçûn ne çareserî ye

"Destwerdana derve yan jî pevçûn çareserî nîne. Vîna gelan a li Rojava derketiye holê, wê çareseriyê bîne Sûriyeyê."

A+A-

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah di serdana xwe ya KCD'ê de diyar kir ku yekane rêya çareseriya pevçûna navxweyî ya li Sûriyeyê tevgera dînamîkên navxweyî ye û got, "Destwerdana derve yan jî pevçûn çareserî nîne. Vîna gelan a li Rojava derketiye holê, wê çareseriyê bîne Sûriyeyê."

AMED - Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û endamê Meclîa PYD'ê Doktor Ciwan ên li ser vexwendina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê hin hevdîtin kirin, hatin Amedê. Ebdullah li balafirgehê ji aliyê heyetên KCD û BDP'ê ve hat pêşwazîkirin û di axaftineke kurt a li vê derê de got, "Me silavê gelên Rojava ji gelê Amedê re anîne." Ebdullah û heyeta pê re derbasî avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû.

KIŞANAK: Rojava bû ronahiya hêviyê

Kişanak jî da xuyakirin ku serdana Ebdullah ji bo wan gelekî girîng e û bal kişand ser hilweşîn û şerên mezin ên li Rojhilata Navîn. Kişanak got, "Di nava ewçend şer û hilweşînê de xweseriya li Rojavayê Kurdistanê hatiye îlankirin bûye ronahiya çareserî û hêviyê. Ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn ev model gelekî girîng e."

TURK: Xwedîderketina li şoreşa rojava wezîfeya me ye

Hevserokê KCD'ê û Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk jî got, "Ji bo aştiyê li Kurdistanê berdêlên giran hatin dayîn. Berdêlên hatin dayîn jî ji bo Kurdistaneke azad bû. Heta ku 50 mîlyon Kurd azad nebin, aştî nayê Rojhilata Navîn.

EBDULLAH: Modela rojava xîtabî gelê sûriyeyê dike

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî da xuyakirin ku projeya demokratîk a li Rojava xîtabî tevahiya gelê Sûriyeyê dike û got, "Ji bo jiyaneke azad, ev sê sal in em di nava xebateke berfireh de ne. Di encama vê xebatê de peyameke zelal derket holê. Me hemû pirsgirêkên Sûriyeyê weke pirsgirêkên xwe dîtin. Çareserî bi şer, pevçûn an jî destwerdana derve nabe. Çareserî bi vîna hevpar a gelên Sûriyeyê derdikeve holê." Ebdullah ragihand ku ev peyama çareseriyê li Rojava bersiva xwe dîtiye û destnîşan kir ku têkoşîna wan jî bi çand û zîhniyeteke demokratîk destpê kiriye.

pyd-abdullah-1.jpg

pyd-abdullah.jpg

Bu haber toplam 614 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.