1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Êdî zihniyeta serdestiya yek kesî hat rakirin’
‘Êdî zihniyeta serdestiya yek kesî hat rakirin’

‘Êdî zihniyeta serdestiya yek kesî hat rakirin’

Herdu hevserokên şaredariya wargeha penaberan a Ş.Rustem Cudî (Mexmur) Bermal Colemêrg û Kendal Hîlal gotin sîstema kevin a desthilatdariya zilam têk çû.

A+A-

 

Herdu hevserokên şaredariya wargeha penaberan a Ş.Rustem Cudî (Mexmur) Bermal Colemêrg û Kendal Hîlal gotin sîstema kevin a desthilatdariya zilam têk çû û ji niha û şûnde dê modêla nû ya hevserokatiyê ku Rêberê PKK'ê danî holê bibe bingehê avakirina sîstemek demokratîk a di navbera mirovan de.

MEXMUR - Yekem car sîstema hevserokatiyê ya şaredariyê, li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cudî (Mexmur) ket meriyetê. Li ser vê yekê herdu hevserokên nû yên şaredariya wargehê Kendal Hilal û Bermal Colemêrg dan diyarkirin ku wê ev sîstem bi xwere newekheviya dinavbera jin û zilam de rake û wê sîstema desthilat a yek kesî, ji holê rake. Di destpêkê de Bermal Colemêrg axivî û got ev sîstem ji aliyê rêber Apo ve hatiye danîn, rêber Apo dixwaze zihniyeteke nû dinava gelê Kurd û mirovahiyê de dane, Bermal wiha pêdeçû; “Ji ber me sîstema dagirkeran qebul nekir, rêber Apo sîstemek nu danî holê, li bakurê Kurdistanê jî dewlet neçar ma sîstema hevserokatiyê qebul bike, piştî wê ev sîstem ji bo şaredariyê jî pêkhat.” Bermal da diyarkirin, gel bi xwe biryara hevserokatiyê girtiye û got di Nisana 2013’an de di Konferansa Gel a Mexmur de ev biryar hatiye girtin û îsal ket meriyetê. 

Kendal: Hevserokatî şkandina zihniyeta sîstema serdeste

Hevserokê şaredariya Wargehê Kendal Hilalî jî di derbarê sîstema hevserokatiyê de nêrînên xwe anî ziman û got; hevserokatî xebateke hevbeş û kolektîf ya dinavbera zayendadene û wiha pêdeçû. “Ji bo ma wateya wê, di dîrokê de ji aliyê sîstemên serdest ve pêkanîn û şkandinên li ser îrada jin, ku weke her tişt zilam dikare bike û jin nikare, bi vê sîstemê re me vê zihniyeta berê ya tenê zilam dikare bike vala derxist û şkênand.” Kendal got hêdî hêdî di tekoşîna gelê me de ev xwe daye îspatkirin ku, jin dikare hemu xebatên nava civakê de cih bigre û xwedî yê vê kêrhatinê ye. 


Encamên hilbijartinên wargehê danî holê ku gel vê sîstemê pejirandiye

Kendal da diyarkirin ku dinava gel de pejirandina wê di hilbijartinên hatî kirin de diyar bu û wiha pêdeçû. “Gel pir bi zanabun û bi eleqedarî nêzîk bu, ji xwe di konferansa Gel de ev biryar di heman demê de ji aliyê gel ve hatibu pejirandin.” Kendal da diyarkirin ku derfetên wargehê jiyên bakur zêdetirin ji bo vê sîstemê û got, di bakur de yasa hemu ji aliyê dewletê ve tê pêkanîn. Lê tekoşîna beramberî vê sîstemê û xwesteka sîstemek nu alterlatifek din avakirine. Sîstema hevserokati yek ji rêgezên civaka konfederal a ku em dixwazin ava bikin, ev jî bingehê civaka demokratik avakirine. 


 

Bu haber toplam 916 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.