1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Ehmedê Xanî û berjewendiyên netewî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Ehmedê Xanî û berjewendiyên netewî

A+A-

Êrîşên hovane li dijî Şingal û Kobanê di ruh û dilê me de brînên nû vekirin. Agirê dil gur dibe, hilm û şewata wê tevayê azayên laşê mirovî radipêçe. Şervanên kurd, li başûr û rojava bi lehengiya xwe, li dijî "dagirkiriya nûjen", destanên nû diafirînin. Gelên Kurdistanê, şexsî û rekxistinî, li welêt û derveyî welêt derdikevin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Di demên wisa de, hevkariya hêzên netewî giring e. Ronîkirin û niqaşa cî û wateya "berjewendiyên netewî" û "berjewendiyên partiyên polîtîk" dê sûdên erenî bighêjîne me.

Partiyên siyasî: Kandîtên îktîdarê ne. Îktîdar jî ji bo îdarekirina gel e.
Partiyên polîtîk, ji bo xizmetê ne. Alav in, anku navgîn in ji bo bidestxistin û bicîanîna armancên netewî. Kesên ku partiyan xurt û bilind dikin, xelk e. Lehengên netewî, nasdar anjî bênav, anku şehîdên welêt, bi şervan, kesên siyasî û xebatkarên karên civakî, tev nirxên netewî ne.

Li ser pirsên rêvebiriyê dîtinên partiyan cewaz in. Di pirsa rizgariyê de riyên rengîn pêşniyaz dikin. Mesela aborî de lêgerînên piralî didomin. Avakirina komên çekdar û pirsa şer de perspektîv û nêzîkbûnên wan, pêdiviya bi nerînên kurtir peyde dikin. Li ser pirsên çand, ziman, xweza û aştiyê, hemfikrî û cudahî jî hene.

Bi kurtasî, partiyên siyasî navgîn û xizmetkar in ji bo azadî û destxistina berjewendiyên netewî. Desturên wan, piştî niqaş û tecrûbeyan têne formulekirin û li gorî demê têne guhertin. Pêkanîna armancê, di çarçoveya program û kirinên wan de sînorkirî ye.

Berjewendiyên netewî: Bi qonaxa fikra netewî re peyde bûye. Bi avakirina dewletên netewî û parastina dewlemendiyên netewî bûye pirsek giring. Li welatên modern û pêşketî, piştî qonaxên guhertî, niqaşên piralî û peymanên navxweyî û navdewletî, berjewendiyên netewî, bi şêweyekî adîlane, di yaseya bingehîn de hatiye bicîkirin, parastin. Bi giranî, wekheviya hemwelatiyan esas tê girtin. Rêzgirtin û parastina mafên tevayên ol, dîtin, çand, komên cinsî û civakî bi qanûna bingehîn hatine garantîkirin. Ji bo parastina ziman, çand û toreyan mecalên aborî tên pêşkêşkirin û xebatên pisporî têne kirin. Parvekirina berjewendî û bidestxistinên polîtîk ji bo netewa serdest li herêman, bi pîvanên demokratîk hatine formulekirin.

Ji awira me ve niqaş û zelalkirina pirsê ne hêsan e. Partî û rêvebir rola parêzgerê berjewendiyên netewî dilîzîn. Desthilatdariya wan, bi saya hêzên çekdar tekûz dibe. Di rewşa şer de rexnekirin û rastkirina pirsê dijwartir dibe.

Li welatê me, bi destxistina aştî, azadî, parvekirina desthilatdariya herêmê û avakirina dezgehên hiqûqî re dê pirsa berjewendiyên partiyan û berjewendiyên netewî zelaltir bibe.

Mirov dikare bêje ku, berjewendiyên netewî û berjewendiyên partiyên netewî, nêzî hev jî bin, ne yek tişt e. Tu garantî tune ye ku, partiyên welatek dagirkirî herdem bi program û kirinên xwe fêdê bighêjînin berjewendiyên netewî. Dikarin çewtiyan jî bikin.

Guhertinên li cîhanê û kurd: Qala bawerî û hêzên nû tê kirin. Pîvanên demokrasiyê, netewîbûn û şiklê îdarekirina civatê bi wate û şiroveyên nû rûbirû dibin. Kurd, mîna netewên din dikevin bin bandora guhertinên nû. Ev yek tê dîtin û fêmkirin. Helwestên nayên fêmkirin û pejirandin ev in:

1- Hêzên siyasî, rast anjî şaş, bêhtir bi piştgiriya aligirên xwe û ajîteya madyayê êrîşê dibin ser partiyên din. Dîtin û kirinên xwe weke "berjewendiyên netewî" nîşan didin û rê li ber xebata hev digrin, anjî bi sînor dikin. Hev, bi îxanetê sucdar dikin. Di encamê de, mirov têne kûştin.

Di şerê birakujiyê de, aliyê heq û neheq tune ye. Netewa me xesarê dibîne. Me ji hev dur dixîne, perçe dike û baweriyê têk dibe. Buyerên wisa brînên kur di laşên me de vedikin.

Dayik, zarokên xwe naşînin şerê birakujiyê. Ji bo şerê rizgariyê teslîmî partiyan dikin. Lewma kesên di şerê birakujiyê de têne kûştin, qûrbanên partiyên siyasî ne.

2- Derketina kolanan, xwepêşandan û bilindikira dengê xwe li dijî zilmê, çalakiyên bi rûmet û giring in. Lê dagirkerên welatê me ranazin. Divê welatperwerên kurd nekevin dehfikên wan. Dema çalakiyên wisa têne plankirin, pêwîst e partiyên siyasî xelkê li hemberî lîstik û provakeyan şiyar bikin. Ji bo ku çalakvan ji kontrolê dernekevin, xesar li mal û canê xelkê nebe, bi tedbîr bin.

Rewşa min: Belê, îro jî xew li min herimî. Wext nîvê şevê ye. Zarokên Şingal û Kobanê di bîra min de ne. Ruhê min bi şervanên me, ciwanên kurd ku di kolanan de şerê "DI"yê dikin re ye. Di demên wisa de destana "Mem û Zîn"ê tê bi hawara min ve. Ehmedê Xanî dibe çira. Reşahiya dora min pêçayî dike ronahî. Brînên di laş û ruhê min de derman dike. Û berjewendiyên netewî bi zimanê xwe dihêne bîra min:

"Ger dê hebûya me padişahek
Laiq bidiya Xwedê kulahek

Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek

Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet..."

 

 

Bu yazı toplam 998 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.