1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. El-Muelim: Tirkiyê axa xwe ji terorîstan re vekiriye
El-Muelim: Tirkiyê axa xwe ji terorîstan re vekiriye

El-Muelim: Tirkiyê axa xwe ji terorîstan re vekiriye

Serokê Şanda Rejîma Sûriyê û Wezîrê Derve Welîd El-Muelim, “Mixabin hinek welatên ku destê wan di kuştina xelkên Sûriyê de heye û terorê dişînin Sûriyê li vir amade ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Bi beşdariya 45 şandên ku nûnertiya 39 welatan û rêxistinên navdewletî û serpereştiya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon û piştî 3 salan şer û pevçûnên li Sûriyê, îro (22.01.2014) danê sibehê kongreya aştiyê ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê li Montereo yê Îswîçreyê, ku wek Cenevre-2 tê naskirin, dest bi karên xwe kir.

Di destpêkê de Ban Ki-moon bixêrhatina hemû şandan kir û got: “Kombûna hemû aliyan di vê salonê de nişaneke geşbîn e, ez spasiya we dikim li ser amadebûna we û hêvî dikim piştgiriya destpêkirina danûstandinên di navbera şanda hikûmeta Sûriyê û mixalefeta Sûriyê de bikin.”

Ki-moon wiha axifî: “Nakokî di navbera nûnerên Sûriyê de hene lê îro derfet li pêşiya me ye em bidin xuyakirin ku Sûriyê welatekî hevgirtî ye.” Sekreterê Giştî yê NY’ê rexne li rejîma Esed girtin û wiha pêde çû: “Eger desthilata Sûriyê rastî xemxwariya hêviyên gelê Sûriyê bûya, pêwîst ne dikir ku em vê kongreyê lidar bixin.”

Pişî axaftinên NY, Rûsiya û Amerîka, Serokê Şanda Rejîma Sûriyê û Wezîrê Derve Welîd El-Muelim gotara xwe pêşkêş kir û got: ‘‘Ew nûnertiya gel, artêş, dewlet, hikûmet û serokê Sûriyê dikin.’‘ Muelim bi awayekî dijwar rexne li welatên ku piştgiriya mixalefeta Sûriyê dikin girtin û got: “Mixabin hinek welatên ku destê wan di kuştina xelkên Sûriyê de heye û terorê dişînin Sûriyê li vir amade ne. Herwiha teroristên ku ji Tirkiyê, Amerîka, Siûduyê, Fransa, Britanya û Çeçenîstanê derbasî Sûriyê bûne dixwazin ku dewlete Îslamî bo xwe ava bikin.’‘

El-Muelim bi ziamnekî tûj berê xwe da Wezîrê Derve yê Amerîkayê û wiha axifî: “Kes nikare rewatiyê ji dewlet û rejîmê li Sûriyê bistîne” û bi heman zimanî tekez kir ku hikûmeta Erdogan axa xwe ji bo teroristan vekiriye û wan dişîne Sûriyê û got: “Çênabe ku agir di nav mala cîranê te de çêbibe û negihe mala te.”

Ji aliyek din ve Wezêrî Derve yê Sûriyê got ku tiştek bi navê şoreşê li Sûriyê nîne, û “terorist”, ku xwe bi navê mixalefetê didin zanîn, xwestin bi alîkariya Îsraîlê êrîşî Sûriyê bikin. El-Muelim tekez kir ku tu karê siyasî di kongreyê de bêyî nehiştina terorê dê bê sûd be, herwiha tişte ku di kongreyê de bê ferzkirin dê bikeve referandûmê.

Hêjayê gotinê ye duh (21.01.2014) Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim ragihandibû ku “Serok Esed xeta sor e” wate ew dê bimîne di serokatiya Sûriyê de. Biryar e di 24’ê mehê de yekemîn gera danûstandinhen rasterast di navbera şanda rejîm û şanda mixalefeta Sûriyê de bi serpereştiya Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî dest pê bikin. Li gor agahiyên ku hatine belav kirin, dê civînên navbera rejîm û mixalefetê 7 heta 10 rojan bidomin.

 

Bu haber toplam 637 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.