1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. El-Qaîde: Tu peywendiya DAÎŞ’ê bi me ve nîne
El-Qaîde: Tu peywendiya DAÎŞ’ê bi me ve nîne

El-Qaîde: Tu peywendiya DAÎŞ’ê bi me ve nîne

Rêxistina radîkal a El-Qaîdêyê bi beyannameyekê ragehand ku tu peywendiya Dewleta Îslamî ya Şam û Îraqê (DAÎŞ) bi rêxstina wan re nîne. DAÎŞ grûbeke radîkal a Îslamî ye û li dijî muxalifên dewleta Sûriyê şer dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan 

Di beyannameya El-Qaîdeyê de tê îdia kirin ya rêberê wê grûbê, Eymen Elzewahirî radighîne ku Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê ne beşekî El-Qaîdeyê ye ew ne berpisryarê kar û çalakiyên wê grûbê ne. Li gor raportên ajansên cîhanî, heta niha zêdeyî 2300 kes ji encama şerê Sûriyê de û pevçûna şervanên biyanî yên girêdayî grûba DAÎŞ’ê bi çekdarên ku ji aliyê welatên rojavayî ve têne piştîvanî kirin, hatine kuştin.  

Herî dawî roja yekşemê (02.02.2014) 16 çekdarên Îslamî yên muxalifê rejîmê li bajarê Helebê ji aliyê grûba DAÎŞ’ê ve hatibûne kuştin. Çekdarên vê grûbê di meha borî de karîbûn bajarê Felûceya Îraqê jî kontrol bikin û heta niha jî şerê di navbera wan û artêşa Îraqê de berdewam e.

Bu haber toplam 579 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.