Elewiyên demokrat li hev kom bûn
Komeleyên Elewiyan ên Demokrat, Komxebata Pîran ya du-rojî li Hola Şaredariya Dêrsîmê bi rê ve dibin. Ji welatên Ewrûpa, Kurdistan û Tirkiyê pispor û zanayên Elewî di komxebatê de amade ne.
Komxebata Pîrên Raya Heq ango Elewîtiya Kurdî digel jenandina tembûrê bi xwendina gotin û gulvangên dînî dest pê kir.
Di komxebatê de dê mijarên mîna “Heq û Rêya Heq, Di Rêya Heqîqetê de Ziman û Sirûşta Kurdên Elewî, Di Rêya Heq de Cihê Jinê, Ji Dîrokê Heta Niha Bawerî û Çanda Rêya Heq” bên axaftin.
Nivîskar û Zanayê Elewî, Kemal Bulbul di wê baweriyê de ku bingehê Elewîtiyê; Kurdistan û Mezopotamya ye. Li gora vê nêrînê elewîtiya Rêya Heq pir dêrîn û qedîm e…
Bi giştî bawermendên Rêya Heq ji wê yekê bêzar in ku haya nifşên nû ji bawerî û çandeya wan tune.
Kurdên Elewî wate bawermendên Raya Heq bi van komxebatan hewl didin reg û kokên xwe yên dîrokî ji nû ve vedozînin. Daxwaza pîr û zanayên olî ew e ku hem birînên pişaftinê kew bikin, hem jî nifşên nû dîsa li cem û civatê elewîtiyê germ bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.