1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Em dadgeha we nas nakin’
‘Em dadgeha we nas nakin’

‘Em dadgeha we nas nakin’

Parêzerên parastina siyasetmedarên ji doza KCK'ê ya sereke tên darizandin, ji heyeta dadgehê xwest ku xwe ji darizandinê paşve bikişînin. Girtiyên siyasî jî diyar kirin ku dê ji niha û şûnde dadgehên bi rayeya taybet nas nekin û salon terk kirin.

A+A-

AMED - 1'emin civîna 60'emîn rûniştina doza 94 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya sereke ya Amedê tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Parlamenterên BDP'ê yên ku hefteyek berê hatin berdan û Hevseroka Giştî ya BDP'ê jî tev li rûniştinê bûn. Di rûniştina îro de parêzerên siyasetmedarên kurd Erhan Erkut, Cihan Aydın, Meral Daniş Beştaş û Bariş Yavuz mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku dadgeh biryarên rast û adîlane nade û dadgeh biryara "Dadgeha Makezagonê" nas nekir hiqûq binpê kiriye. Parêzeran anîn ziman ku ev darizandin ne adilane ye û xwest heyet ji dozê vekişe." 


Di rûniştinê de iyasetmedarên kurd Hasan Huseyin Ebem, li ser navê hemû girtiyan parastin kir u diyar kir ku wekî siyasetmedarên ku ji vê dozê tên darizandin vê dadgehê rewa nabînin û ew ji niha û şûnde Dadgehen Bi Rayeya Taybet nas nakin. Piştî daxuyaniya Ebem girtiyan bi çepik û tilîlîyan salon terk kir. Dozger ji axivî û diyar kir ku takdîrê ji biryara heyeta dadgehê re dihêle. 

Bu haber toplam 582 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.