1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Em li ser baweriya xwe beşdarî Rêveberiyê bûn’
‘Em li ser baweriya xwe beşdarî Rêveberiyê bûn’

‘Em li ser baweriya xwe beşdarî Rêveberiyê bûn’

Endamê Desteya Rêveber yê Partiya Çep a demokratiya kurd li Sûriyê Cengîdar Mihemed tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxwaza gelê Rojava ye.

A+A-

Mihemed destnîşan kir ku ew bi vîn û baweriya xwe beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûne û rêveberî li ser wan nehatiye ferzkirin.

QAMIŞLO – Cengîdar Mihemed ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ji ber rewşa aloz ya ku Sûriye têre derbas dibe, pêwîstî bi rêveberiya xweseriya demokratîk hebû û wiha got: “Em bi bawer in ku ev rêveberî dê karibe hemû pirsgirêkên gel çareser bike.”

Mihemed di berdewama axaftina xwe diyar kir ku ew wekî Partiya Çep a Demokratiya kurd li Sûriye bi vîna xwe ya azad û baweriyeke mezin beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûye bê ku ti alî wê li ser wan ferz bikin.

Mihemed da zanîn proje û pişniyara ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne şaş bû. Her wiha îdîayên hin aliyan siyasî ku dibêjin ev Rêveberî tenê ji aliyê PYD’ê ve tê meşandin dûrî rastiyê ne.

Mihemed destnîşan ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema hevkariya herdu encûmanên kurdî ye û daxwaza hemû pêkhatiyên herêmê ye.

Mihemed di dawiya axaftin xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê bi xwe re dadwerî , azadî û demokarsiyê ji bo hemû pêkhateyan bîne.”

 

Bu haber toplam 779 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.