1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Encama hilbijartinê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Encama hilbijartinê

A+A-

Encama hilbijartinê

Gabar ÇIYAN

Îro hilbijartin e. Hêvîdar im hilbijartin, dûrî provakeyan, bi dilê me bibe û kurd bighêjin armanca xwe. Sibê, kêm zêde, çend nûnerên kurda diçin meclîsa Enqerê, diyar dibe. Encam çi dibe bila bibe, mijara bingehîn, "çareseriya pirsgirêka kurd" û "qonaxa çareseriyê" li bakurê welêt, nayê guhertin.

Min, berî hilbijartinê dîtina xwe li ser programa HDP ê nehanî zimên. Ne wextê wê bû. Ji bo şikandina benda "ji % 10" an, pêwîstiya me bi yekîtiyê hebû. Hinek ji armancên HDP ê ne bi dilê min be jî, me bi malbatî dengên xwe da HDP ê. Baweriya min, bi diyalogê, rexneyên dostanî û axaftina di cî û dema xwe de, heye. Lewra, gazin man piştî hilbijartinê.

Ez bi xwe, ne alîgirê "komara demokratîk" im. Ne jî piştgirê, bi giranî, rêvebirina karê siyasî "ji Enqerê" me. Weke kesekî bi karê mafê mirovan mijûl, ji bo milyona kurd û pirçandên welêt, serxwebûnê baştir dibînim.

Em zanin ku, dem ne dema berê ye. Kurd şiyar bûne, her sal nifusa xwe bi hezaran zêde dibe. Hejmara xwendevanên zanîngehê bilind dibe. Pêşmergeyên me, li çar aliyê welêt, xurtir dibin. Yekîtiya me, ji her demê bêhtir encamên erênî dide. Dostên me li gelek deverên cîhanê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de, programên partiyên me ne bi dilê me bin jî, bi rexneyên dostanî, niqaşên piralî û çareseriyên aqilane, gav bi gav dikarin keleman rakin û bighêjin armanca xwe, xeyalên Ehmedê Xanî bihênin pê. Çawa li başûr daxwaziyên duhî ne mîna yên îro bûn, lê dara azadiyê ku Leyla Qasim Hesen danîbû, îro fêkiyên wê tê xwarin û xwestina serxwebûnê zêdetir dibe, heman tişt ji bakur jî derbas dibe. Îro beşek daxwaziyên HDP ne bi dilê me ne. Lê bingeha Mazlum Dogan û Egît bi xerca Ehmedê Xanî danîne, nikare bê hilweşandin. Ew ê ji bo xewn û xeyalên me rê vekin.

Piştî hilbijartinê, niqaşa navxweyî, bi giranî dê li ser mijara serxwebûn û demokrasiyê bibe. Bê guman, helwêst û nêzîkbûna Turkiyê a qonaxa çareseriyê, wê bandorê li niqaşê bike.

Weke tê zanîn, du mîmarên qonaxa çareseriyê hene, yek jê Serokomar Erdogan e, yê din Serok Ocalan e. Serok Ocalan heta niha, ji zindanê rêve dibir. Turkiye jî, bi tecrube û hostebûna bi derengxistinê û peydakirina pirsgirêkan, rêgiriya pêşketinê dikir. Gazin û rexneyên Ocalan, ji awira pêşxistina qonaxa çareseriyê, li hevalên xwe dibû.

Qonaxa çareseriyê, ne tenê bi biryar û hevdîtinan, lê belê di pratîkê de, bi cî anînê, encaman digre. Divê mîmarên projê li ser kar bin, bi xwe şikil bidinê, biryaran bi cî bihênin û çavdêrê qonaxê bin. Lewra, bi temamî an jî sînorkirî, azadiya Serokê PKK ê Evdile Ocalan dibe mijarek esasî. Kampanya ji bo azadiya wî dê formek nû bistîne û piştî hilbijartinê were rojevê.

Xelk ne tenê slogan, lê wê kar bixwazin: Kontrolkirin û çavdêriya belediyan ji aliyê aborî û xurtkirina wan, zêdekirin û teşwîkirina karxaneyan (cihê kar, febrîka) li welêt, parastina av û xwezayê, rêkûpêkiya avakirina xaniyên bi kelîte û teşwîkirina çandinî û xwedîkirina sewêl li gunda jî wê bên rojevê.

Pirsên piştî hilbijartinê werin rojevê pir in. Eger kurd bendê derbas bikin, divê navzêdê îro û parlementerê sibê, ji bo xebatê amade bin, xwe di nav çar dîwarên meclîsê hepis mekin.

 

 

Bu yazı toplam 628 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.