1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ENKS tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nabe
ENKS tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nabe

ENKS tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nabe

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civiya.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragehand ku ew tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nabin ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve tên ragehandin û got: ‘’Her endamekî ENKS’ê yên di nav wan rêveberiyan de jî wê bên dûrxistin.’‘

QAMİŞLO - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civiya. Di civînê de ENKS’ê pirsa çarenvîsa aliyên nav encûmenê yên ku tevî kantona PYD’ê bûne hat minaqeşe kir û biryar da ji niha û şûnde,  Serokê Encûmena Cîbicîkar ya Kantona Cezîrê Ekrem Heso û herdû partiyên Çep beşdarî civînên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî nebin.

Ev biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurdî piştî wê yekê tê, Endamê Encûmenê Ekrem Hiso û herdû partiyên çep beşdarî kantona Cezîrê bûn ku j aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatibû îlan kirin. ENKS îtîrafê bi kantonên PYD nake û di wê baweriyê de ye ku PYD bi ser xwe hemû tiştî dike daku li Rojavayê Kurdistanê desthilata xwe ferz bike.

21’ê mehê li bajarê Amûdê û 27’ê mehê li bajarê Kobanî, PYD’ê û hevalbendên wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û Kantona Kobanî ragehandin. Herwiha biryare îro jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê bê ragehandin.

 

Bu haber toplam 666 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.