1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Erdên bi pirsgirêk û bûyera Iskender Dayanê Suryanî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Erdên bi pirsgirêk û bûyera Iskender Dayanê Suryanî

A+A-



Gabar Çiyan

Li herêma Tora Evdînê, bajar û gundên dora wê, tapoyên erd û xaniyan gelek caran bi pirsgirêk in. Erd tapokirî ne. Lê pîvanên cografîk ne tekûz in. Dema ji erdê û ezmên krokiya erdan tê pîvan û didin ber tapoyên resmî, nakokî derdikevin. Ji ber ku, tapo cihê erdê eslî nîşan nade, naxwîne. Anku erdê esas e, di tapoyê de xuyanî nake. Tapo erdek din nîşan dide.

Pîvanên berê, li gorî teknîka dema xwe bûn û şaşîtiyên wan hebûn. Di dema niha pîvan, bi teknîka nûjen, ji erd û ezmên dibin. Şaşîtiyên berê û nakokî, ji hêla daîreya Kadastroyê ve têne serastkirin. Anku Kadastroy diçe ser erda, erda li gorî xwediyên heq, bi alîkariya heyeta porspiyên gund, muxtêr û şahidên firotinê diyar dike û tapoyên nû dide wan.

Bi taybetî li Nisêbînê, rewşa gunda wiha ye. Li bajêr, li taxa kevnare, Abdulkadir Paşa, xaniyên hene bi tapo ne. Lê xanî û erd bi ser hev de hatine guvaştin. Xanî li gorî pîvana nûjen, li derveyî tapoyê, di bexçeyê cîranê xwe avabûyî xuyanî dike. Rewşa xaniyên tevayê taxê, kêm zêde wiha ye. Şaşîtiya heye ji hêla xelkê ve tê zanîn, kirîn û firotin li ser esasê peymanên devkî dibin.

Karê pîvana Kadastroyê wext digre. Derketina qanûnên nû rê li ber veqetandina erdan digire. Lewra xebat û binûkirina tapoyan giran rêve diçe. Bi dehan sal in pirsgirêka herêmê wiha didome. Kirîn û firotin ranaweste. Xwediyê erdan wefat dikin, mal û milkê bi pirsgirêk derbasî zarokên xwe dikin. Peymanên devkî, beşek xwe tên jibîrkirin. Pîvanê berê çîrokên nû diafirînin. Erd çend destan û xwediyan, bê tapo, li ser esasê peymanên devkî diguherîne, tên firotin. Pirsgirêk û nakokiya nav mîrasdarên nû û ên kirî ne, mezintir dibin.

Pirsgirêka erdên netapokirî li herêmê nasdar e. Di nav gundên Suryanî û Kurda ên cînar de jî heman bazar bûne û hejmarek pirsên bi vî rengî hene.

Gundik Şikro yek ji ê Suryaniya bi ser Nisêbînê ve ye. Heman nakokî li wir jî heye. Çend meh berê, li ser pirsê, di çarçoveya mafê mirovan de ez çûbûm gund, bi gundiyan re û li bajêr bi simsarê milkûavahiyan re axivî bûm. Min li agehdarî û serpêhatiyên derbarê mijarê guhdarî kiribû.

Di dîrokê de, ji ber kêm toleransî, cewaziya bawerî û nasnamê di nav çandên kevnare de, bûyerên nexweş pêk hatine. Mirovan şer kirine û hev êşandine. Lê weke ku li jorê jî hate qalkirin, li heman herêmê, nakokî û pirsgirêkên erdên ne tapokirî di nav Kurd û Suryaniyan de hene. Tu têkiliya vê pirsê, bi nasname an cewaziya baweriyê tune ye. Herdu alî, hemwelatiyên normal in, bazara erda dikin, nakokî derdikeve û tiliya tu partiyên siyasî di nav de tune ye. Şexsî ye.

Bûyera Iskender Sayan jî, ji ber erdek bi pirsgirêk bûye. Eleqeya xwe bi nasname an baweriyên cewaz tune ye. Mirov ketine nav wan. Li benda çareseriya Kadastroyê bûn. Sukunet û bêdengî heta roja pirs çareser bibe, riya herî aqilane bû. Lê wiha xuya ye ku pevçûn derketiye û çend kesan bi hev re li Dayan dane. Ev neheqî ye. Ji hêla însanî û hiqûqî riya gazinê vekirî ye.

Li herêmê, partiyên siyasî, mirovên jîr û dilovan, nûnerên Suryaniyan, saziyên civakî û însanî pir in. Mirov dikare bi wan re biaxive û pirsê niqaş bike. Heq û neheq diyar bibe û çareser bike. An jî li benda daîreya Kadastroyê bisekine hetanî werin gund, biryarê bidin.

Pêwîst e pirsên wiha şexsî, di medya civakî de, weke nakokiya nav Kurd û Suryaniya neyên nîşandan. Hêzên siyasî pê neyên sucdarî kirin. Bûyer rê ji provakeyan veneke. Gundik Şikro nêzîk e. Mirov dikare pirs bike û rastiyê fêm bike. Ji bo Xwedê bibe alîkar û bikeve nav herdu aliyan. Lewra, mezinkirina nakokiyê, fêdeya xwe ji kesekî re tune ye.

Mafê tu kesan tune ye, gundên cînar bihênin hemberî hev. Çandên li herêmê, xirap nîşan bidin. Em di demek modern de dijîn, ji herdu aliyan re riyên hiqûqî jî û ên însanî jî vekirî ne. Pêwîstî bi tevlîheviyê tune ye.

Pir giring e ku em, rêz û hurmeta nav çandên herêmê xurtir bikin. Mafê mirovan re rêz bê girtin û têkiliyên navxweyî xurtir bikin. Di vê çarçoveyê de, hêvîdar im siheta Iskender Dayan baştir bibe û hêvîyên me ew in ku bûyerên wiha nema rû bidin.

 

 

 

Bu yazı toplam 609 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.