1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Erebistana Siûdiyê terorê dişîne Sûriyê’
‘Erebistana Siûdiyê terorê dişîne Sûriyê’

‘Erebistana Siûdiyê terorê dişîne Sûriyê’

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekbûyî Beşar El-Caferî îdîa kir ku her kesê li dijî çareseriya siyasî ya aştiyane, ya di navbera serokatiya Sûriyê û gelê wê derkeve, cihê wî li ser maseya kongreya Cenevre-2 nîne.

A+A-

(Navenda Nûçeyan):

SÛRIYE -Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê, El-Ceferî  got, aliyên beşdarî Cenevre-2 bibin, divê berî her tiştî qebûl bikin ku dawî li şer û şîdetê were. Caferî diyar kir ku kesên piştgiriya ‘terora’ li Sûriyê dikin, ewê nikaribin di Cenevre-2 de biserkevin û wiha axifî: ‘‘Ji ber êdî hemû dinya pê hesiyaye ku tirsa wê yekê heye teror li seranserê cîhanê belav bibe.’‘

Di axaftina xwe de Beşar El-Caferî, navê Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeterê anî û got ew piştgiriya ‘terorê’ dikin û divê bizanibin ku ewê nikaribin li Sûriyê planên xwe bi piştgiriya terorê bi serxînin.

El-Caferî got: ‘‘Sûriyê li ser wê yekê kar dike ku, bi sûcê piştgiriya terorê li cem neteweyên yekbûyî li dijî Siûdî, Qeter û Tirkiyê, gilî bike, ji bo vê yekê gelek belge û dokument di destê me de hene. Niha navê 72 şêxên Siûdiyê li ba me hene ku ji xelkê dixwazin biçin li Sûriyê şer bikin û heta niha 473 welatiyên Siûdiyê li Sûriyê hatine kuştin.’‘

 

Bu haber toplam 581 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.