1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Êrîşên li dijî rojava û rewşa nû
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Êrîşên li dijî rojava û rewşa nû

A+A-

 

Min, berî demekî kin anîbû zimên: Ji başûrê welêt bêhtir, kantonên rojava di xeterê de ne. Parastina rojava dijwartir e û dikare berê êrîşên bawermendên ekstrêm û neteweperest bikeve wir. Pêşniyazên min, ji xurtkirina hevkariya hêzên netewî, zêdekirina hejmara şervanên kurd li ser sînor û modernkirina istixbaratê pêk dihat.

Ev çend roj in, Kobanê ketiye ber pêla êrîşên wan. Şer didome û seferberî hatiye îlankirin. Rewş cidî ye. Di şerê Suriyê û Iraqê, ne tenê qewetên têne dîtin şer dikin. Hêz û aktorên din jî hene. Ji bo parastin û parvekirina berjewendiyan, dikare şer dirêjtir bibe.

Rewşa nû, pirsgirêk û ewlekariya li kantonan, Kerkûkê û devera Ezdiyan mijarên giring in. Pêwîst e qonax piralî bê analîz kirin. Perspektîvên nû pêşkêş bibin. Lewma, ne tenê rêvebiriya leşkerî li rojava, başur û bakur, her wisa rojnamevan, liqên istixbaratê, akademisyen, lêkolînêr, dezgeh û hêzên netewî jî li ser pirsê kur bibin û rola xwe bilîzin.

Hêzên bawermend, ekstrêm û neteweperest li Suriyê û Iraqê ji bilî çekên di dest wan de, gelek sîlahên giran yên artêşa Suriyê û Iraqê jî bidest xistine. Robotên Scud (R17) 130-1300, berên obûsan (M198) jî 30-35 km dûr diçin û ziyanên mezin li can û mal dikin. Çavkaniyên ewropî piştrast dikin ku, beşek ji şervanên tevlî hêzên radîkal dibin, krîmînel in. Tirs û şika li herêmê şerekî qirêj, bi çalakiyên terorî û hovane bibe, zêdetir dibe.

Hêzên radîkal li Suriyê û Iraqê, ji % 20 hêza xwe ya leşkerî ji welatên Ewropayê, penaberên misilman, ji aliyê Balkan, Efrîka bakur û welatên ereban distînin. Ji hêla aborî ve jî alîkariyek baş berhev dikin. Lewma li Ewropayê jî niqaşên li ser beşdarbûna hemwelatiyên wan di şerê Suriyê û Iraqê de dikare çi encaman bi xwe re bihêne, dibin. Ji bo nasîna rewşa nû lêkolînên piralî têne kirin.

Ji awira me ve jî wisa ye, pirsgirêk pir in û rewşa nû zêde nehatiye ronîkirin. Pirsên bêbersiv pir in: Sedema pêla êrîş û giraniya şer didin aliyê rojavayê Kurdistanê çine? Turîzma şerxwaz ya ji Ewropayê diçe Suriyê û Iraqê, çi armancên xwe hene? Paşbingehên şervanên wan çi ne? Beşdarbûna wan ji welatên cewaz li ser çi esasê dibe? Li ser mijara bikaranîna hişkî û pirkûjiyê çi dibêjin? Rewşa hêzên me û istixbaratê çawa ye? Xeterên di dema kin de çi ne? Em weke netewe û hêz çiqas amade ne ku, êrîşên mezintir bibersivînin? Brîna derman bikin û tedbîrên pêwîst bigrin? Amadekariya berhevkirina dokumentasyonan ji bo xebatên akademîk, polîsî, rojnamevanî dibe, an na? Û gelek pirsên din…

Bi dagirkirina Musilê û îlankirina xilafeta îslamî, destketina Kerkûkê û xurtkirina kantonên rojava bi destê Kurda, qonaxek nû dest pê kiriye. Rewşa nû, mijar û pirsgirêkên nû peyde kiriye. Mijarên nû bê niqaş, lêkolîn û xebatê nikarin bersivên ilmî bistînin.

Gelê Kurd, di qonaxa nû de meşa xwe ya azadiyê bi şêweyekî serkevtî didomîne. Lê xeterên mezin li pêşiya me hene. Divê hêzên me û gel, li başûr û bakur, taybetî jî li rojavayê Kurdistanê şiyar bin. Hêz û hevkariya xwe xurtir, istibaratê binûtir û kurtir bikin. Rewşa nû piralî analîz bikin û amadekariyên pêwîst pêk bihênin. 

Bu yazı toplam 684 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.