1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Esed xwe ji bo senaryoya parçekirina Sûriyê amade dike
Esed xwe ji bo senaryoya parçekirina Sûriyê amade dike

Esed xwe ji bo senaryoya parçekirina Sûriyê amade dike

Li gor medya cîhanî, rejîma Beşar Esed amadekariyên xwe dike ji bo egera parçekirina Sûriyê bo çend herêman.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rojnameya The Sunday Times li ser zarê çavkaniyên Rûsî û Îsraîlî belavkiriye ku Serokê Sûriyê Beşar Esed xwe ji bo senaryoya parçekirina Sûriyê amade dike û bi alîkariya Rûsya, Korya Bakûr û Îranê çekên pêşketî û yên kîmyayî li navçeya Elewiyan kom dike.

Li gor heman rojnameyê, Esed çekên pêşketî li devera Elewiyan kom dike, û bi alîkariya pisporên Korya Bakûr û Îranê wan çekan pêş dixe, da devera Elewiyan bi wan biparêze. Herwiha tê gotin ku Esed kar dike da desthilata xwe li devera taybet bi Elewiyan ji Sûriyê heta Bakûrê Libanê bi dirêjahiya qeraxa  Derya Spî qayîm bike.

Di vê derbarê de çavkaniyeke Îsraîlî ji heman rojnameyê re got: “Niha ew navçe parastî ye û ji hemû navçeyên din ên Sûriyê hatiye veqetandin û piraniya çekên pêşketî yên ku li Sûriyê tên çêkirin yan jî yên ji Rûsya tên Sûriyê, li navçeya Elewiyan tên kom kirin.”

Zanyariyêb ku rojnameya Sunday Times belav kirine, di demekê de ye ku ji 24’ê mehê ve danûstandin navbera mixalefata Sûriyê û rejîma Sûriyê bo çareserkirina krîza Sûriyê li Cenevre dest pê kiriye. Lê di 31’ê meha borî de gera yekem a wan danûstandinan bidawî bû, bêyî ku ti pêşketineke berçav hebe.

 

Bu haber toplam 575 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.