1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. EU û raçavkirina rêwîtiya esmanî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

EU û raçavkirina rêwîtiya esmanî

A+A-

Li hinek welatên Yekîtiya Ewropayê-YE fînansekirên mezin, bankeyên nasdar berî niha ji bo kêşara pereyên reş baştir bê raçavkirin, deriyên xwe ji çavdêr û inspektorên taybetî re vekirin. Bi sedan hesap û transfêra diravên girseyî ketin ber lêpirsînê. Hurbûna li ser pirsê didome.

Armanc, nasîna kaniyên aborî yên hêzên mîna "Dewleta Îslamî-DI", alîkarên wan, rêlêgirtina transfera peran û ziwakirina kaniyên wan e.

Niha jî raçav kirina rêwîtiya xetên esmanî di dorê de ye. Pêşniyaz formule bûne. Li gorî wê dê fîrmayên gerê bikevin bin zext û berpirsiyartiyên girantir. Fîrma dê hêzên polîsî, li ser kesên bi balafiran tên welatên endam û derdikevin, agehdar bikin. Nav, paşnav, navnîşana mal û devera lê bibin mêvan, e-post, telefona têkiliyê, hejmara kesên rêwî û çalakiyên plankirî jî dê bibin cihê pirsê.

Di eslê xwe de mijar çend sal in tê niqaşkirin. Komên siyasî di Parlamentoya Ewropayê-PE de ji fêdeya wê bêhtir li ser bandorên neyênî kur dibin. Biryarek wisa dê azadiya çûn û hatinê sînor bike. Şerê li hember terorê dikare mafê mirovan binpê bike ûhwd. Mijar hesas e, bi şik û tirsên bênav barkirî ye. Pejirandina wê ne hêsan e.

Lê wisa xuyanî dike ku ji bo qebûlkirina pêşniyazek nû li hev kirine. ji derve zexta Emerîka û li hundir hejmarek welatên YE dê pirsê çareser bikin. Sê biryarên giring di rojevê de ne:

1- Kontrola perên reş, aboriya hêzên terorî û berhevkirina agehdariyê li ser pirsê
2- Raçavkirina rêwîtiya bi xetên esmanî
3- Eşkere kirina kesên beşdarî çalakiyên terorî, mîna "DI"yê dibin. Ronîkirina navên çalakvan û sûcdarên ji "DI"yê ûhwd vediqetin, poşman dibin û vedigerin malê (Ewropayê).

Pirs, li Yekîtiya Ewropayê di nav wezaretên cewaz de tê niqaşkirin. Li ser navê welatên endam dê "wezîrên karên navxweyî" pêşniyazê tekuz bikin û biryarek hevbeş bipejirînin.

Di vê qonaxa hesas de zelabûna helwêsta me weke netewe giring e. Divê hêzên netewî ji tedbîrên nû yê YE zerarê nebînin. Li Ewropa û Emerikayê binavkirina hêzên netewî bi "teror"î û "terorîst"î bi dawî were. Pisporên me li ser mijarê û çaraseriyan kur bibin. Xelk, dezgehên civakî, hêzên siyasî û şervanên me bi yekdengî helwêsta xwe bihênin zimên. Em ne bê tedbîr bin.

 

 

Bu yazı toplam 487 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.