1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Êzdiyên Kurdistanê cejna xwe pîroz kirin
Êzdiyên Kurdistanê cejna xwe pîroz kirin

Êzdiyên Kurdistanê cejna xwe pîroz kirin

Êzdiyên Kurdistanê cejna xwe ya ‘’Rojiyê’‘ bi kêf û coş birê kirin û di vê cejnê de çendîn dab û nerîtên cuda yên Êzdiyan bilind hatin ragirtin.

A+A-

DUHOK - Babeşêx ku kesekî maqûl ê Êzdiyan e, di vê derbarê de got: ‘’Em hevîdar in cejna rojiyê ya Êzdiyan bibe cejna xêr, xweşî û bi hevre jiyanê di nav Êzdiyan de.’‘

Babeşêx wiha axifî: ‘’Piştî proseya azadiya İraqê û azadbûna navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê, Êzdî dikarin di bin sîbera hikûmeta Kurdistanê de bi xweşî û aramî cejnên xwe birê bikin, ev cejn jî wek hemû cejnan bi xweşî û zindîkirina çendîn dan û nerîtên cuda birêve çû.’‘

Babeşêx axaftina xwe wiha qedand: ‘’Felsefeya vê cejnê li ba Êzdiyan wateyek wê ya zêde heye û yek ji cejnên serekî yên Êzdiyan e. Herwiha di rojiya Êzdiyan de ku roja duşembê ye, her kes li gor şiyana xwe ajelekê digurîne, piştre di roja sêşem, çarşem û pêncşemê de sê rojan rojî digrin, piştre roja çaran ku roja înê ye dikin cejin. Di cejnê de jî ligel hilatina rojeke nû Êzdî serdana goristanan dikin, gerdena hevdû azad dikin û piştre jî bi çendîn merasîmên cuda cejna xwe pîroz dikin.’‘

BasNews

Bu haber toplam 786 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.