1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Festîvala kurte fîlmên jinan li Kelar
Festîvala kurte fîlmên jinan li Kelar

Festîvala kurte fîlmên jinan li Kelar

Li devera Germiyan û di çarçoveya hişyarkirina malbatan de, festîvala kurte fîlmên jinan bi beşdariya 12 kurte fîlman ku behsa doza jin û malbatan dikin, li Kelar birêve diçe.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN

GERMİYAN - Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Endamê Lijneya Rewşenbîrî  û Rûbirûbûna Şîdetê ya Germiyan Ebas Ebdulrezaq ji BasNewsê re got: ‘’Bi serpereştiya Lijneya Rûbirûbîna Şîdetê Yekem Festîvala Kurte Fîlmên Jinan-Kelar di rojên 14-15’ê vê mehê de bi beşdariya 12 kurte fîlman birêve diçe. Derhênerên wan fîlman jin in û behsa doza jinan û şîdetê dikin.’‘

Ebas Ebdulrezaq wiha axifî: ‘’Ev festîvala han berdewamiya wan çalakiyan e ku bi mebesta rûbirûbûna şîdeta nav malbatê birêve diçin. Berî niha ev kampanya han li nav xwendingeh û ligel dayîk û bavên xwendekaran hatibû dest pê kirin, niha jî ev çalakiya han ji bo xelkên taybet e û di tatîla nîvê salê de çalakiyên xwe bibin gund û cihên dûr, mebest jî hişyarkirina malbatan e.’‘

Bu haber toplam 903 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.