1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de"

A+A-

Li gelek deverên dinyê, çûna eskeriya bi zorê, tevlîbûna hêza çekdar her ku diçe, sivik dibe û radibe. Bi ber û çek kirin, perwerde û xwedîkirina arteşê ne karek hêsan e. Mesrefa artêşê gelek mezin e û beşek ji aboriya welêt dibe. Lewma hêza taybet; brûskî, encamgir û xefî tê rojevê. Dilxwaz, bi mehaneyên bilind kar dikin. Leşker û pisporên perwerdekirî, bi profesyonelî nêzî pirsê dibin. Çarçoveya pêwîstiyê û balkêşiya mirovan dibin pîvan û şikil didinê.


Li Turkiyê, ji tevayê hemwelatiyan, turk, kurd, suryan, ermen ûhwd, çûna eskeriyê mecbûrî ye. Nijadperestiya li hember kesên ne turk tê kirin, ne mijarek biyanî ye, tê zanîn. Gelek kes êşa wê dikşîne. Lê zanîn û îspat têr nakin. Dema şexsek nexwaze here eskeriyê, dijîtiyek nerm û însanî nîşan bide jî, ew kes gunehkar tê nîşandan, tê dadgeh kirin û ceze kirin.
 
Mijara pirtûka "Gabro: Xayinek di xizmeta wezîfeya pîroz de" bîranîna Gabroyê suryanî li artêşê ye. Di romanê de arteş û wezîfeya leşkeriya Turkiyê bi şêweyek cewaz tê nirxandin.

 

Turkiyê artêşa xwe bi “ocaxa pêxember” û karê leşkerî jî “wezîfeya pîroz” binav dike. Li di artêşê de, bi giştî kesên nijada wan ne turk in, bi şîddet û biçûk kirinê re rûbirû dibin. Anku peyvên bê exlaqî li dijî dayik, bav, nijad û şexsiyeta wan dibe beşek ji jiyana rojane. Lêdan beşek ji perwerdê ye û gelek caran çi sînoran nas nake. Ji ber nijadperestî û tadeyiyê, ocaxa pêxember dibe dojeh, serleşkerên turk zebanî û wezîfeya pîroz jî dema biçûk ketin û lêdanê.


Li artêşa Turkiyê, kurd, ji aliyê etnîkî dikevin bin zextê. Lê weke “Gebro” jî dest nîşan dide, suryanî an ermenî ne tenê ji aliyê nasnamê, her wisa ji awira baweriyê (ol) jî di bin zext û tadeyiyê de ne. Nijadperestî di dema belav kirina wezîfeyan de eşkere xuyanî dike.

 

Mora “xayin”, "gawir", "kurro", "nezan"iyê di destê serleşker û çawîşên de ye. Mirovên kurd, ermen an suryanî paya xwe ji morkirinê digrin. Tiştê nayê fêm kirin ew e ku, mirovên xayin dibînin, çûna eskeriyê lê mecbur dikin. Û dema wezîfê, zilm û lêdan tê kirin.

Ji ber “Gebro” mirovek saf e, bi pîvanê exlaqî mezin bûye, mesîhiyek bi bawer e û bi turkî zêde nizane, mijara hemwelatî û nijadperestiyê pirsgirêkan dihêne pêşiya wî. Lewma romana Gebro, bi qasî dide hizir kirin ewqasî jî dikenîne û carna rondikan ji ber xwe ve dihêne xwarê.

 

Çûna eskeriya “Gebro” ji Midyadê dest pê dike, li Kayseri û Agiriyê bi dawî tê. Mesîhî bûna wî dibe bela serê wî û dikeve ber êrîşa serçawişê yekîneya xwe û zilm lê dibe. Serçawîş di heman demê de mele ye. Dixwaze mizgeftekî di nava garnîzonê de ava bike û li aliyê din malê dewletê talan dike. Ji kêfa eraqê dur nakeve. Dijberiya wan û xweparastina Gabro kêşara çîrokê zêde dike.

 

Pirtûka “Gabro” ji aliyê nivîskarê suryanî, Fehmi Bargello ve hatiye nivîsîn. Di demek wisa ku li Turkiyê niqaşa demokrasiyê tê kirin, dikare bala mirovan bikşîne ser bê edaletiya di nava artêşê de. Di eslê xwe, hayê gelek kesan ji vê zilmê heye. Lê ji bo kurd û mesîhiyan zêde nebûye mijara romanan. Romanek dokumenterî dikare bê binav kirin û ji bo suryaniyan gavek nû ye.

 

Mîzah û nukte bi çand û taybetiyên mesîhiyên Torê hatiye barkirin. Dema serleşker pê dihese ku “Gabro” îsaparêz e, dixwaze bi rêya wezîfedayînê û rûşwetê wî sinet bike. Şok bûn, hewildan û diyalogên “Gabro” dikare bibe mijara fîlmek komedî.

 

Piştî wezîfe belavkirinê, qet ji muzîkê fêm nake lê xwe muzîkêr nîşan dide û enstrûmentek pir giran li ser milê wî dikin. Dixwaze xwe ji wezîfe û bargiraniya enstrumentê rizgar bike. Li riyan diger û diçe nexweşxanê, xwe nexweş dinîvisîne. Li nexweşxanê, nenaskirina nexweşiyan dibe bela serê wî. Diyaloga wî bi doktoran re mirov têr dikenine.

 

Gabro” di dema eskeriya xwe de, her çiqas di bin zilmê de be jî, nasnameya xwe înkar nake. Di romanê de qala hevalekî xwe suryanî dike. Hevalê wî, ji bo rehetiya xwe, nasnameya xwe eşkere nake. Gabro dijîtiya helwêsta wî dike. Dibêje, bavûkalên me bi sedan sal in li ser xaka xwe ne. Çi sedem tune ye ku mirov ji nasnameya xwe fedî bike. Divê em li xwe xwedî derkevin û vê rastiyê bêtirs bihênin zimên.

 

Romana “Gabro” berî niha li Swêdê ji çapê derket. Bi Swêdî ye û têra xwe bi kêşar e. Kesê ku dest bi xwendina pirtûkê bike dê nikaribe ji dest xwe deyne. Kesên bixwazin pirtûkê bidest bixwînin dikarin bi rêya komeleyên çandî yê suryaniyan û nasên xwe bidest bixînin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 634 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.