• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-1 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan1 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-5 °C
  • Gaziantep8 °C
  • Hakkari-1 °C
  • Muş-1 °C
  • Siirt4 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Galaya dokûmantera Hawara Licê di 15'ê Kanûnê de ye
13 Aralık 2013 Cuma 12:25

Galaya dokûmantera Hawara Licê di 15'ê Kanûnê de ye

Galaya dokûmantera "Hawara Licê", di 15'ê Kanûnê de wê li Amedê bê kirin.

AMED - Galaya dokûmantera "Hawara Licê", di 15'ê Kanûnê de wê li Amedê bê kirin.Çêkerê dokûmanterê Reşît Canturk da xuyakirin ku wan beriya 10 mehan dest bi xebatên dokûmanterê kiriye û cih dane vegotinên şahidên hovîtiya li Licê. Canturk diyar kir ku wan bi şahidên ji Licê ji neçarî koçî Îzmîr, Enqere û Stenbolê kirine re hevdîtin kirine û cih dane vegotinên wan. Canturk got, "Dema Lice hat şewitandin, ferdên malbata min jî jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû hovîtiya wê rojê hat jiyîn bi şêweyekî bihata belgekirin û nehata jibîrkirin. Me jî ji aliyê xwe ve, ji bo bûyer neyê jibîrkirin û deynê welatiyên bûyer jiyan û jiyana xwe ji dest dan bidin, me biryar dan dokûmantera 'Hawara Licê' çê bikin."

Canturk ragihand ku dokûmantera "Hawara Licê" şahidî ji demekê re dike û got, "Bûyer di 22'ê Cotmeha sala 1993'an de bi kuştina Tûggeneral Bahtiyar Aydin destpê kir. Dûre jî di 4'ê Tebaxa 1994'an de êrîşên PKK'ê weke bahane nîşan dan û li Licê mirov li nava malên xwe hatin şewitandin."

Canturk diyar kir ku di nava kesên di wê demê de jiyana xwe ji dest dane jin û zarok jî hene.

Galaya dokûmantera "Hawara Licê" ku bi derhêneriya Veysî Polat re ji aliyê Reşît Canturk hat çêkirin, dê di 15'ê Kanûnê de li Liluz Otel a Amedê bê kirin.

(ANF)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim