1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Gef li xwendekarên Kurd ên Kerkûkî tê xwarin
Gef li xwendekarên Kurd ên Kerkûkî tê xwarin

Gef li xwendekarên Kurd ên Kerkûkî tê xwarin

Ji aliyê Rêxistina Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) ve gefa kuştinê li wan xwendekarên Kurd tê xwarin ku li Zanîngeha Mûsilê dixwînin û xelkê bajarê Kerkûkê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan

MÛSİL - Di vê derbarê de Rêveberê Polîsên Niştimanî yê Parêzgeha Mûsilê Komîser Ebdullah Cibûrî ji BasNewsê re got: ‘’Rêxistina Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) bi rêya telefon û mesajan gefa kuştinê li wan xwendekarên Kurd hatiye xwarin ku li Zanîngeha Mûsilê dixwînin û xelkê parêzgeha Kerkûkê ne, daxwaz ji wan kirine ku di zûtirîn dem de wan zanîngehan bicîh bihêlin û vegerin parêzgeha xwe.’‘

Cibûrî wiha axifî: ‘’Niha rewşa wan hemû xwendekaran nebaş e ji ber berdewam gefa kuştinê li wan tê xwarin û ji ber van gefan jî çendîn xwendekarên Kurd zanîngehên Mûsilê bicîh hiştine û dest ji xwendinê berdane.’‘

 

Bu haber toplam 556 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.