1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Gelê Wargeha Ş. Rustem Cûdî ji Ban Kî-Moon re name şand
Gelê Wargeha Ş. Rustem Cûdî ji Ban Kî-Moon re name şand

Gelê Wargeha Ş. Rustem Cûdî ji Ban Kî-Moon re name şand

Gelê Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî li ser dervehiştina Kurdan a Cenevre 2 daxuyaniyekî da û destnîşan kir ku eger Kurd beşdarî Konferansa Cenevre 2 bibin wê rê li ber demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn vebe.

A+A-

MEXMÛR -Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî îro danê sibê li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyeke çapemeniyê nameya ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî- Moon re şand, aşkera kir. Daxuniya ku bi beşdarbûna sedan kesî ve hat dayîn ji aliyê Berdevkê Dîwana Edaletê ya Meclisa Demokratîk a Gelê Mexmûrê Yusûv Sîdar ve hat xwedin. Sîdar destnîşan kir ku beşdarbûna Kurdan a ji bo Konfersa Cenevre 2 wê rê li ber demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn veke.

Nameya ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon re hat şandin wiha:   

“Birêz Ban Kî-moon;

Em weke gelê wargeha penabera a Mexmûr ji 1994'an û vir ve di herêma Irak-Musulê de dijîn û  weke Kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê din hemwelatiyên Komara Tirkiyê tên qebûlkirin.

Sedema penabertiya me, bêstatuhiştina Kurdan e.

Polîtîkayên dewleta Sûriyeyê ya qirkirina gelê Kurd û nasnameyên cuda yên li Sûriyeyê tên zanîn.

Kurdan di pêvajoya sê salên dawî de li dijî rejîmê rêxistinbûyîna xwe ava kirin. Beşdariya Kurdan li civîna 22'ê Çileyê ya li ser pêşeroja Sûriyeyê, dê ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn gelekî girîng be."

Gelê wargehê di nameya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon de ev her sê daxwaz anî ziman:

1- Em wekî wargehê dixwazin, bêstatubûna Kurdan a sedema penabertiya me ye, bi dawî bibe
2- Di Sûriyeyeke Demokratîk de hemû nasname bên naskirin  
3- Em dixwazin wekî nûnerên Kurdan Desteya Bilind a Kurd jî di Civîna Cenevre-2 de amade be.”

Bu haber toplam 799 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.