1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Gera min li bakurê welêt û Turkiyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Gera min li bakurê welêt û Turkiyê

A+A-

 

 

Nêzî 20 rojan, li bakurê welêt im. Gera min dirêjî hêla Anadolê jî bû. Dema gera xwe de bi gelek kesan re; çalakvanên mafê mirovan, siyasetvanên herêmî, endamên saziyên çandî û civakî re rûniştim û em axivîn. Bûyerên dibin, ji nêz ve dişopînim. Çûm taxan, li bendên bilind û hendekên kolandî, nêrî. Derbarê tedbîrên dewletê kur bûm. Jiyana xelkê a rojane, li malê, bazarê û dema sohbetan, pirsgirêk û niqaşên wan bala min kişand. Beyanên partiyên siyasî, şexsiyetên nasdar, saziyên civakî guhdarî kir û xwend. Kesên xwedî kar, fîrma û sermaye dît. Tengasiyên bazirganiya li herêmê, hatin rojevê. Hêvî û daxwaziyên wan li ser aboriya herêmê, bû cihê niqaşê. 

Mîna kesekî bi mafê mirovan mijûl, hay ji hesasiyeta demê heye, ez ê di nirxandinê xwe de, zêde nekevim nav niqaşên siyasî. Bi armanc û ji bo pêşketina demokrasiyê û rêzgirtina mafê mirovan li Kurdistanê û Turkiyê, nêzî pirsgirêkan bibim. Bi çavdariyên xwe î bê spekulasyon, dixwazim bala raya giştî bikşênim ser çend xalên hevbeş, li Anadolê û Kurdistanê.

. Bilindbûna hejmara kûştiyan û şîdeta polîtîk a bê sînor, xeterên hiqûqî, fizîkî û rûhî li dijî hizirkirina azad diafirîne. Pisporên pirsê; siyasetvanên muxalîf, lêkolînêr, rojnameger û rêvebirên saziyên însanî û civakî ne rehet dike. Formulekirina dîtinên xwe, li gorî pîvanên pêwîst û bi azadî wê ne hêsan be.

Rewşa şer, xeterên cure û ne eşkere dihêne holê. Wiha bidome, xeterên hiqûqî, fizîkî û rûhî wê ne tenê rê li ber fikra azad bigre. Gav bi gav kontrolkirina wê jî bihêne holê.

. Giringiya pîvanên exlaqî, etîk û normên giştî di xebata ragihandinê de, cidî nayê girtin. Spekulasyon, xwarî, wêneyên cendekên perçebûyî, derew û bêbextî, di mediayê xwe dide der. Ragihandina yekalî û bi teref, bi nûçe û bernameyên cewaz guhdar, xwendevan û temaşevanan dixe bin tesîra xwe.

Organên din ên muxalîf û bê alî, ji ber xeterên hiqûqî, fizîkî û rûhî, bi sînor dixebitin. Qelsbûn û êrîşa li dijî wan tê rojevê.

. Bandora şer ji awira aborî li hêla Anadolê û bakurê welêt piralî xuyanî dike. Gazinên xwediyê fîrma ku nikarin deynên xwe di wext de bidin zêdetir dibe. Banke li ser pirsa kredî dayînê hesastir bûne. Mal hebe jî, pere kêm in. Kirîn, bi xwarin û vexwarin, pêwîstiyên esasî sînor bûye. Xelk, beşek ji perên xwe ji bo rojên xirap dihilînin. Fîrmayên dikevin tengasiyên aborî zêdetir dibin. Beşek ji wan devê dikana xwe digrin. Ji bo pêşketina bazirganiyê, terxandina sermaya teze bi derengî tê herêmê.

Ji ber nebûna ewlekariyê, li herêmê bazirganî qels dibe.

. Nirxên dîrokî û çandî li Turkiyê û bakurê welêt, çend salên dawî bala biyaniyan dikşand. Turîzm zêde dibû. Pêşketina turîzmê dihat dîtin û hejmara kesên dihatin welêt zêdetir dibû. Ekomomî pêş de diçû.

Piştî şer û teqîna bombeyên li bajaran, hatina turîstan û ji turîzmê kêmtir bû.

. Gelek kes, şexsiyet û sazî piştgirê aştiyê ne. Agirbestê dixwazin. Daxwaziya qonaxek nû û berdewama pêvajoya çereseriyê dikin. Lê ji bo pêşxistina pêvajoyê; nîşandana pirsgirêkên bingehîn, rakirin û çaraseriya nakokiyan û li hev nêzîk kirina herdu aliyan, kurbûnek an jî hewildanên li ber çava zêde xuyanî nakin.

Wê bidome...

 

 

Bu yazı toplam 949 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.